Li Stenbolê Komcivîna Elewiyan birêve diçe

.

Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê bi pêşengiya 7 rêxistinên sivîl û komeleyên Elewiyan Komcivîna Elewiyan tê sazkirin û ligel daxwazan dê nerazîbûn dijî “Serokatiya Cemxaneyan” jî bê pêşandan.

Di serî de Konfederasyona Komeleyên Elewiyan, 7 komele û rêxistinên sivîl ên Elewiyan bi daxuyaniyekê ragihandin ku îro Yekşemê 25ê Kanûna 2022an demjimêr 10:00 li Navenda Pêşandanê ya li Yenikapi ser bi parêzgeha Stenbolê Komcivîna Elewiyan tê sazkirin.

Komeleyên Elewiyan di daxuyaniya xwe de dibêjin, “Ji bo Tirkiyeke Laîk-Demokratîk em 25ê Kanûna 2022ê li Yenikapi bibin yek. Ji bo welatîbûneke wekhev, ji bo cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, ji bo Cemxaneyên me werin em bibin yek.”

Biryara Komcivîna Elewiyan piştî damezrandina Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat dayîn ku ev biryar Cotmeha îsal bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatibû dayîn. Piştî damezrandina vê serokatiyê hejmarek sazî û komeleyan nerazîbûn pêşand abûn ku baweriya Elewiyan divê bi awayekî fermî bê naskirin û li gor vê yekê gav bên avêtin. Damezrandina vê serokatiyê tê rexnekirin ku baweriya Elewiyan bi vî awayî tenê wek çandekê hatiye diyarkirin û wek proseya bişavtinê tê nirxandin.

Beriya vê komcivînê li parêzgehên wek Stenbol, Îzmir, Meletî û Dêrsimê û li çend parêzgehên din civîn hatin sazkirin û di van civînan de daxwaz û pirsgirêkên Elewiyan hatibûn gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye