Li Stockholmê  bîranîna Raperîna 12 Adarê

.

Li Stockholmê  bîranîna Raperîna 12 adarê ya li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê  ku di sala 2004an de rûdabû, bi civînekê hate bibîranîn.


PDK-S û HEVKARI civîn amade kiribûn, li salona  Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê. Di civînê de gelek, partiyên siyasî û sivîl beşdar bûn.

 Beşdaran  hemûyan axaftin kirin û giringiya hevkariya kurdan û bibîranîna rojên weha anîn ziman.  Li ser Raperîna 12 adarê dokumenter film hatin nîşandan û axaftin hatin kirin. Li wir televizyonên kurdî amade bûn û hevpeyvîn bi beşdaran  re kirin

Rûpela Nû / Stockholm

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike