Li Stockholmê panelek li ser zarok û zimanê Kurdî hat lidarxistin

.

Li Stockholma paytexta Swêdê bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, panelek li ser "Zarok û zimanê Kurdî li diyasporayê" hat lidarxistin.

Panel ji aliyê Kitêbxaneya Kurdî a Stockholmê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê û Radyoya Aştî ve hat amadekirin.

Di panelê de mamosteya Kurdî Dilşa Yûsif moderatorî kir û Rêvebirê Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn Alî Çiftçî, Mamosteyê zimanê Kurdî Haydar Diljen, Rêveberê Pirtûkxaneya Kurdî ya Swêdê Newzad Hiror  û Rêvebirê PukBooksê Kawa Onatlî wekî axêver beşdar bûn.

Gelek nivîskar, rewşenbîr û dildarên zimanê Kurdî beşdarî panelê bûn û bi pirs, nerîn û nirxandinên xwe panel dewlementir kir.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê