Li Surguçê Waqqaz. Li Dersîmê Heydar û Seydo. Li Rojavayê Kurdistanê Cabir.
Le li beri her tiştî Tekoşerê Tekoşîna serxwebûn û azadîya Kurdîstanê, bavê min, redarê min, ronîya çavên min.
Ku ji min ra bigotan dilovanî, evîn, fedakarî û dilpakî çi ye? Min ê bigota “bavo”, ew rûyê te yî bi ken qet ji bira min naçe.
Te herdem digot mirov dibe ji bo armancekî bijî, armanca te welat bû, azadî bû, kurditî bû.
Tu sîyasetmedarêkî birûmet, welatperwerekî qayîm bûyî,
Tu mîrovêkî dilsoz bûyî.
Qasa ku tu zana bûyî, tu ewqasî jî mutewazî bû.
Bavê min bi zarokan zarok, bi xortan xort, bi mezinan mezin bû. Derd û kefxweşîya hemûyan parve dikir.
Spas bavo ji ber ku tu bavê min î
Spas ji ber ku tu bavêkî nûwazê bûyî,
Spas ji ber ku her dem bawerîya te bi min hebû,
Spas ji bo qimet û her nirxa ku te her roj da me,
Spas ji bo tişten ku te me hîn kir li ser jîyana te ya birûmet.
Ez bi te serbilind im, îro pirtir ji doh.
Armancên te hebûn, hêvî û xeyalên te gelek bûn, yen me ji bi te re hebûn, me soz dabûn hevdu... xerimîyan
Lê tu êdi wê di dilê min de bijî. Ji bircên asê, te ji xwe re qesrek çêkir û li wir heta mirinê cih bigire.
Çûyîna te bê dem bû, êşeke bêdawî berda, li vê buharê bayê berfê ji me re anî, êdî behna te nema tê.
Û dema gotin ku dîsa eskerê romî derketin ser rîya te, dil ji min çû bavo.
Te berê xwe da axa pîroz, ew axa ku tu ji bo sîrgun bû, ew axa ku te nedikarî pêgihê, ne dikarî dûrkevi jê.
40 sal tu sirgûn bûyî lê te disa ji digot “em e kengî vegerin?” Ji ber ku “bê hêvî nebe, bê hêvîtî mirin e”
Ji bo we ji bawerîya te ya min e, doza te doza min e,
û ger Kurdistana mezin bibînim, soz dê mizgînê ji bo te bînim
Delala ber dilê te, Roza.
Roza Çelik