Navenda Nûçeyan - Hêzên Sûrîyê li bîyabana bajarê Ebûkemalê ya ser bi parêzgeha Dêre Zor a Sûrîyê, komeke çekdarên rastî bombaraneke dijwar a balafiran hat.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûrîyê (SOHR) ragihandîye ku, di wê êrîşê de hejmarek ji otomobîlên grûpên ser bi Îranê ve hatin bombebarankirin û hejmareke çekdarên wan grûpan hatine kuştin.
SOHRê ragihandîye, di êrîşa şeva borî de li Elbûkemalê 5 çekdarên ser bi Îranê ve hatine kuştin. Li gorî zanyarîyan, zêdetirî carekê komên ser bi Îranê ve ketine ber bombebarana balafiran.