Îro 03.09.2020ê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, ku ew 7 çekdarên Heşdî Şeibî li Rojhilatê parêzgeha Dêrezor li Rojhilatê Sûriyê hatin kuştin.
Li gor Rewangeha Sûrî ragehand, çekdarên Heşdî Şeibî ku ji bo piştevaniya hêzên rejîma Sûriyê dikin, ji ber bombebaranên esmanî hatine kuştin, lê naha nayê zanîn, bombebaran ji aliyê kîjan welatî ve pêkhatiye.