Li Sûriyê alozî mezin dibe: Êrîşî Waliyê Efrînê kirin û xwestin terka bajêr bide

.

Aloziya li herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyonê de ku çend roj in ji ber nêzbûna Tirkiye û rejîma Sûriyê egera serdana Erdogan bo Şamê dest pê kiribû gihîşt lutkeyê.

Piştî bûyerên bajarê Kayseriyê ku bi hinceta destdirêjiya keçeke piçûk mal û dikan û erebeyên xelekê Sûriyeyî hatin şewitandin jî îro li bajarên Sûriyê yên Bab, Raî û Efrînê tansîyon hîn bilindtir bû.

Li gorî çavkaniyan, xwepêşandêran rêya sereke ya Babê li pêş erebeyên Tirkiyeyê girt û êrîşî erebeyan kir.

Alên Tirk hatin daxistin û şewitandin

Herwiha dîmenên ku alên Tirkiyê ji ser avahiyên wekî PTT û saziyên din tên daxistin û şewitandin û çirandina alan belav bûn.

Dîmenên ku xwepêşandêr ala Tirkiyeyê ji ser ˊavahiya nifûsêˊ ya Tirkiyeyê ya li bajarê Ezazê radikin hatin belavkirin.

Xwepêşanderan êrîşî walîyê Tirk ê Efrînê kir

Dîsa li Efrînê, xelkê bi ser avahiya parêzgariyê de girtin û xwestin waliyê Tirkiyeyê ji bajêr derkeve û gulebaran kirin.

Heta niha jî bûyer alozî dewam dike û derbarê ziyanên canî û madî de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Kurdistan Haberleri

.
NY: Piştî Esed milyonek kes vegeriyane lê 670 hezar jî koçber bûne
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê dest pê kir
Hêvî Akademî semînera onlîne li dar dixe
PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist