Li Sûriyê Hewlên Nû

Şeyhmus Ozzengîn

Piştî êrîşên ser bargehên Sûriyê yên leşkerî, di herêmê de destpêka hewldanên nû yên Emerîkayê derketin holê. Li ser van hewlên nû mijara ku, “Emerîka leşkerên xwe ji Sûriyê bikişîne û li dewsa xwe hêzên dewletên ereban ku Emerîka wan wek dost dihesibîne bicîh bike”(!) derket giftûgoyê. Armanca vê guhertinê çiye?

Yek ji van mijaran jî; belavkirina HSDê û bicîhkirina hêzên ereban li Rojavayê Kurdistanê bû. Ev jî dihat wateya ku ew hêzên ereban ku di nav HSDê de cih girtine, wê beşdarî nav wan hêzên dewletên ereban bibin. Bi vê re avakirina partiyeke nû li Rojavayê Kurdistanê jî di nav nûçeyan de cihê xwe girt!

Gelo ev gişk bi stratejiyeke nû ya Emerîkayê ve girêdayî bûn? Yan jî li hember bandora Tirkiyeyê ku PKK/PYD/YPG dike sebeb, bipaş de gavavêtina Emerîkayê bû?

PYD/YPG bicihkirina hêzên ereban li Rojavayê Kurdistanê pejirand û got; “em bicihkirina hêzên ereban li ser axa Bakurê Sûriyeyê rast dinirxînin”(!) Lê ti caran PYD nêzî çareserkirina pirsgirêkên kurdan nebû û her ev mijar red kir.

Berî bi çend rojan serokê Emerîkayê Trumpî daxuyaniyek da. Di daxuniya xwe de serokê Emerîkayê Trumpî digot:

Ji bona serweriya herêmê, em ji şirîkên xwe bêtir alîkariyê dixwazin. Divê ji bona şerê li hember DAÎŞê alîkarî, cebilxane û hîn pirtir dana pereyan jî di nav de, berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Dostên me wek; Suûdî Arabistan, dewletên Kendalên Ereban, Katar û Misir ku di nav vê hevpariyê de pirtir cih bigirin, hin ji bona paqijkirina DAÎŞê û hin ji bona pêşîlêgirtina Îranê em ê serkeftîtir bin.”(!)

Di vê hewla xwe de Emerîka, Fransa û Îngîltere jî girt cem xwe.

Lê dema ku em li rewşa van dewletên ereban ku serokê Emerîkayê Trump binav dike dinêrin; ev dewletên ereban, di nav pirsgirêkên navxwe de fetisîne. Serê wan bi şerê li Yemenê re di belayê de ne. Minak; serê Suûdî Arabistan û Dewletên Kendavê yên Ereban bi şerê Yemenê re di belayê de ye. Ev jî serkeftina Îranê bixwe ye. Emerîka salê 1,3 milyar dolar hîbeyî Misrê dike. Lê Misir di şerê li hember terorê de ne serkeftî ye. Ev jî xeyalên Emerîkayê binpê kiriye. Wê Emerîka çawa Misir bikişîne şerê nav Sûriyê û bi alîkariya van dewletan pêşî li Îranê bigire? Ne rewşa Misir û ne jî rewşa Suûdî Erebistan û Dewletên Ereban ên Kendavê ne musaîdî stratejiyeke wisa ne.

Emerîka di hilweşandina peymana atomê bi Îranê re ne serkeftî ye. Hîn di vî warî de YE qanî nekiriye. Her çiqas li ser mijarên Sûriyê Îngîltere û Fransa piştgiriyê didin Emerîkayê jî, di warê hilweşandina peymana Atomê bi Îranê re ne îqna ne. Ev jî hewlên Emerîka yên li hember Îranê bisînor dike. Hewlên Îranê li herêmê xurt dibin û Îsraîl jî dixe bin metirsiyê. Li ser avakirina dewleteke Kurd li Başûrê Kurdistanê, siyaseta Emerîkayê ya parastina statukoya dewletên herêmê ne guheriye. Di van şertan de Emerîka wê çawa pêşî li Îranê bigire?

Wateya li Rojavayê Kurdistanê bicîhkirina hêzên ereban, xurtkirina baskê Suniyan bixwe ye. Ev jî, li hember mezheba Şîe xurtkirina Suniyan bi xwe re tîne. Gelo hewla vê armanca Emerîkayê ku Tirkiyeyê hîn wek dost dinirxîne, bicihkirina vê hêza ereban li herêmê, pirsgirêka xwe û Tirkan bicihkirina ereban û belavkirina HSDê wê çareser bike? An jî wê bikaribe pêşî li terora Îranê bigire?

PYD li Rojavayê Kurdistanê ênîyeke kurd û Kurdistanî red kir. Tercîha xwe bi hêzên ereban di tifaqeke parastina yekitiya axa Sûriyê de danî û bi piştgiriya Emerîkayê HSD ava kir. Bi avakirina vê hêzê re hêza PYD ya çekdar YPG, wek hêzeke wekaleta şerê Sûriyê ya nav xwe tercîha xwe danî. PYD/YPG, li hember muhalefeta Kurd şerekî siyasî lidar xist û bû sebeb ku êniyeke kurd û Kurdistanî neyê avakirin. Ev hewla PYD/YPG û TEV-DEM, hinek ji muhalefeta kurdên Rojavayê Kurdistanê xist himbêza Tirkiyeyê. ENKS, nakokiyên Tirkiyeyê bi PKK/PYDê re wek helwesta li hember kurdan nenirxand û çû li Tirkiyeyê bicih bû. ENKS xwest helwesta Tirkiyeyê, wek berjewendiyeke siyasî ji xwe re bikar bîne. Lê ev tercîheke xeter bû. Her hêza kurd ku ji ber nakokiyên nav xwe, bi dijminên kurd û Kurdistanê re têkildar be, bi xwe re xeteriyên mezin tîne û bingehê ji dijmin re fireh dike ku, wan li hember doza kurd û Kurdistanê bikar bîne. Nakokiyên siyaseta kurd a navxweyî hîn kurtir dike. Dozê ji armanca xwe dûr dixe û li ser berjewendiyên hizbî, rê ji rihê partîzanî re vedike.

Li Rojavayê Kurdistanê, rewşa kurdan di xeteriyê de ye. Kurd rûbirûyî xeteriyan e. Li Rojavayê Firatê hemû destkeftinên kurdan wenda bûn û ev herêm ketiye bin bandoreke pir xerab. Bi destê Tirkiye, Sûrî, Îran û Rusyayê demografiya herêmê têt guhertin. Bi dehhezaran kurd cih û warên xwe terk kirin û terorîzekirina kurdên Rojavayê Firatê berdewam e.