Li Sweinfurtê pêşangeha peykersaziya hunermendekî Kurdistanî

Li hola Şarederiya bajarê Schwenfurtê, pêşangehekî peykersazî yê hunermendê Kurd Salih Nemir hat vekirin.

Duh pênşeme 11.04.2019. û bi amadebûna berpirsên şaredariya bajarê Schweinfurtê yê Almanyayê ku Herêma Bayrinê ya başûrê welatê Almanyayê ye, û bi amadabûna berpirsên Civata Kurdên Schweinfurtê û hejmarek ji Kurdistaniyan û welatiyên Almanî, di demijmêr 06.00 êvarî da, derîyê pêşangehê li pêşa welatiyan hat vekirin.

Pêşangehê hunermend û peykersaz Salih Nemir, bêhtirî ji 30 peykeran li xwe digre, û peykersazîya têde dîrok, mîtolojî, folklor û bobelatên ku hatine serê gelê Kurd diyar dike û anîye ziman.

Pêşangeha wê ta 30.04 wê berdewam be. 

Avrupa Haberleri

Hilbijartinên Awisturyayê: Partiya li dijî koçberan bi ser ket
Hunermendê Kurd li kampê dima lê Paşayê Holendeyê hawara xwe biriyê
Li Fransayê ji bo partiya Le Pen nebe desthilat 200 namzed ji namzediyê vekişiyan
Êrişî Serokwezîrê Slovakyayê hat kirin
Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da