Li Tehranê teqîn: 2 kes mirin

Îro roja sêşemê 07.07.2020an li başûrê Tehrana paytexta Îranê li li herêma pîşesazîyê ya Baqir Şar li dukanekê teqînek çêbû û di encama wê teqînê de 2 kes mirin û herî kêm 3 kes jî birîndar bûn.

Mlapera Îrna ya Îranê belav kirîye teqîn ji ber tûpên oksîjenê li dukanekê çêbûye û di encama wê teqînê jî de 2 karker mirine û 3 karker jî birîndar bûne.

Herwiha malpêrên Îranê belav kirine ji ber teqînê zirareke zêde ya maddî li herêmê çêbûye û çend dukanên li herêmê rûxîyane.

Berîya bi çend rojan li navenda tendirustî ya Sînayê li Tehranê jî teqînek pêk hatibû û di encama wê teqînê de 17 kes miribûn.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e