Gelek televîzyon, nûnerên partiyên siyasî û dezgehên sivîl û rewşenbîr û siyasetmedar beşdarî civîn û şînê bûn.
Bernameya PDK-Bakur a ji bo bîranîna Mele Mustafa Barzaniyê Nemir û bernameya PAKê li Teşkîlata Amedê ya PAKê hate yekkirin.
Endamê Komîteya Birêvebiriya Navendî ya PAKê Hanifi Turan bi axaftineke kurt bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê civîn û şîn destpê kir. Paşê welatperwerê Kurd Şêx Mîzbeh Fatîha xwend.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di derbarê jiyan, têkoşîn û rola Mele Mustafa Barzaniyê Nemir de û her wiha di derbarê welatperweriya rehmetî Ali Beyköylü de axaftinek kir. Mustafa Özçelik da nîşankirin ku ev bibîranîn û şîn bi organîzasyona hevbeş a PAK, PSK, PDK-Bakur, Hereketa Azadî tê lidarxistin.
Piştî axaftina Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Endamê Rêvebiriya PDK-Bakur Mehmet Konuk, Berpirsê Peywendiyên Siyasî yê Hereketa Azadî Sıtkı Zilan di derbarê rol û bîr û baweriyên Mele Mustafa Barzanî de axaftin û ruhê welatperwerê Kurd Ali Beyköylü şad kirin, sersaxî ji malbata wî û ji gelê Kurdistanê re xwestin.
Piştî axaftinan welatperwerê Kurd Şêx Mîzbeh di derbarê Mele Mustafa Barzaniyê Nemir de helbesteke xwe xwend.
Civîna bibîranînê û şînê, bi axaftinên rewşenbîrên kurd Ahmet Kasimoglu, İbrahim Güçlü, Zahit Bozarslan û İsmail Aslan yên di derbarê Mele Mustafa Barzaniyê Nemir û Rehmetî Ali Beyköylü de berdewam kir.