Li Tirkî Boranên desthilatdarîyê ji Kurdan re çi tîne?

Şeyhmus Ozzengîn

15.07.2016 seat li derdorî 22.15 an de hewldanek leşkerî li Tirîye pêk hat. Li angora daxuyanîyên ku derketine, stratejîya dest danîna ser dolivgerîya sivîl û ji bona serkevtinên ku pêk were:

„Li Piştî girtina rêyên pirên Stenbolê, firokeyên şer ên F-16 ji Enqere û Eskîşehîrê bilind bûn û hate ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê dest danîne ser rêveberiyê. Li Enqerê dengê çekan hate bîhîstin. Firokeyên şer li ser Parlamento û avahiya Sererkaniyê re nizim firyan. Leşker bi tang û çekên giran daketin kolanên Stenbolê. Rêyên avahiya Sererkaniyê ji aliyê leşkeran ve hatine girtin. Li Enqerê derdora qada Kizilayê hate valakirin. Ji hikûmetê ferman jib o Polîs û Hêzên Çevîk hat ku ji bo şer amade bin. Avahiya MİTê ji aliyê helîkopterên skorksy hate bombebaran kirin. Stenbol û Enqerê tevgera leşkerî zêdebû. Li Enqerê firokeyên şer li ser avahiyên hikûmetê re nizim firîn. Leşker ketin avahiya TRT Radyo ya Stenbolê û rêyên kolanan girtin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim daxuyand ku li hewldaneke darbeyê heye û ew dê destûr nedin vê yekê.  Leşkerên darbekar ketin avahiya kanala dewletê TRTê û bi navê Konseya li Welat Aştî ragihandin ku dest danîne ser rêveberiya welat. Leşkeran dest danîne ser Firokexaneya  Atatûrk û rabûna firokeyan qedexe kirin.

Serokomarê Tirkiyê bi rêya înternetê li gel kanalên televîzyonê axivî û bang li gel kir ku dakevin qadan. „ (Rudaw, 16.07.2016)

Girseyên medenî bi al û sembolên tirkan derketin kolanan û li dijî hewldana leşkerî dest bi çalakîyan kirin. Avahîya MİTê û parlamento, Hotela ku Serok komar ê Tirkan Tayip Erdogan lê dima ket bin çalakîyên leşkerî û bombekirinê.

Bi sedan çalakvan û Hewldarên desthilatdarîya leşkerî û polîs hatin kujtin. Heta niha 1600î zêdetir pile bi pile leşker hatine binçav kirin.

Wilo xuya dike ku hewldana desthilatdarîya leşkerî bi ser neket û ber bi têkçûnê de diçe..

Ev demek dirêje; di navbera kemalîst û îslamîstên tirkan de şerekî desthilatdarîyê hebû. Di vî şerî de dem bi dem sert, car caran lihevhatî, lê li henber hev jî hin tevgera PKK a leşkerî û legal, „çep"ên tirkan û hin jî tevgera Cemaata Gulen bikar anîn. Sebebek ji wî şerrê ku li bajarên Kurdistan derket û bû sebebê bi hezaran kujtî, hilweşandina 13 bajarên Kurdistan, koçberîya milîyonek Kurd û Kurdistanî jî ev şerê desthilatdarîya navbera hêzên tirkan bi xwe bû.

Armanc amadekirina bingeha vê dîrok û destpêka desthilatdarîya leşkerî bi xwe bû.Lê piştî ku têk çûn û îktîdara İslamîst rê neda ku hêza kemalîstan a leşkerî were ser îktîdarê, ji binîde denge hatin guhertin.

Şîroveyên ku ji devan derdikevin, hatin guhertin û kemalîstên ku bê xwedî li kolanan man, serên wan hatin jêkirin û qatîlên wanî ku ala tirkan a bi xwîn di destê wan de ku bi navê „hêza medenî a dijraberî hewldana leşkerî" bi banga İslamîstên ser hukum ku derketin kolanan trajedîyek derxis holê. Bi vê trajedîyê hewldarên rêveberîya leşkerî têk çûn û bi vê têk çûnê re Îslamîstên ser rêveberîyê xurt bûn, enerjîyek balkêş girtin û hinek din li ser rêveberîyê xwe „meşrû" kirin. Di nava raya navnetewî û Navdewletî de jî terafgirên xwe pir kirin. Ji ber ku ew wek „berpirsiyarên tevgera medenî" li henber „hewldana desthilatdarîya leşkerî" li ber xwe dan û dewra xwe lîstin.

Em Kurd rêveberîyên leşkerî baş nasdikin: Ji salên 1961, 1972 û 1980 an de cûre bi cûre desthilatdarîyên artêşa tirkan a kemalîst derketîye pêşberî me. Bi postalên xwe pêl cesedên me kirine. Em girtine û kirine zîndanan. Bi dehan salan ceza û cezayên dardakirinê dane me. Kurd bi mehan di bin îşkence û asaqên mezin de mane. Kurd hatine kujtin û wunda kirin. Hîn jî aqûbeta bi dehhezaran Kurdan ne kişfe.

Min her nivîsand û got:   Divê enerjiya Kurdan ji bona şerrê nav xwe yên tirkan neyê bikaranîn. Şerrê tirkan î nav xwe, şerê îktîdarê ye. Kî were ser rêveberîyê ji Kurdan re tu guhertina nayne. Heta niha her tirkan xwestîye ji bona serkevtinan di wî şerrê nav xwe yên biqirêj de, kurdan jî bikar bînin. Kurd kirine pergalek ji bona gavên dethilatdarîya xwe.
Divê Kurd li xwe vegerin û bibin xwedîyê parastina doza Kurd û Kurdistan. Yên ku dijminê Kurdan e, çi medenî, çi leşkerî, çi polîs-islamist, xwedî yek helwestin li dijî kurd û Kurdistan, dijminê Kurd û Kurditan in!

PKK ev demeke li Bakurê Kurdistan li beramberî rewşek wilo rû bi rû bû. Ji ber kar û barên ku girtiye ser xwe û ji ber metodên nerast ku bikar tîne; bû sebebê hilweşandina 13 bajarên Kurdistan. Ew stratejî; „demakratîk kirina Dewleta Tirk û entegre kirina Kurd û Kurdistan bi tirkan"  bi xwe bû.

Ev çi stratejî bû xizmet ji kê re dikir û dike? Îro hîn zelaltir derket holê. Car caran ew daxuyanîyên wek ku „em ne li dijî artêşa tirkan e, merama me bi AK-Partî re ye, ku artêşa tirkan neyê bi ser me de, em bi wan re şerr nakin"(!) Ev jî îşareta ku PKK hêlek artêşa tirkan ve di têkilîyê de bû. Ev têkilî bûn sebebê hilweşandin û wêrankirina bajarên Kurdistan. EV têkilî bûn sebebê perçeakirina dînamîkên netewî yên Kurd û Kurdistan. Vê destê dewleta tirkan li Kurdistan hîn xurtir kir.

Ku ev „hewldarên desthilatdarîya leşkerî" bi ser ketana û îslamîstên ser rêveberîyê têkbiçûna wê çi guhertin çêbibûna?

Dîroka tirkan, a dewleta tirkan, a İslamîstên tirkan, a artêşa tirkan yek bi yek ji me re zalal xuya dikin ku kî ji wan were ser rêveberîyê bila were ser rêveberîyê, di derheqa Kurd û Kurdistan de ti guhertin çênabin. Ji ber ku siyaseta tirkan î dijraberê Kurdan siyasetek komarîye û ev jî zemqa hemû alîyên dewleta tirkan bi xwe ne. Hêza xwe ji siyaseta dewletê a bingehîn digire.

Hemû hêlên dewletê li henber Kurd û Kurdistan xwedî yek helwestin.