Li Tirkîyê 96 kesên din ji ber vîrusa Koronayê mirin

Wezareta Tendirustîyê Tirkîyê amarên 24 saetên dawî yên Koronayê aşkere kir. Di wê daxuyanîya Wezareta Tendirustîya Tirkîyê de hatîye aşkere kirin di 24 demjimêrên dawî de 96 kesên din ji ber Koronayê koça dawî kirine.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirustîya Tirkîye di daxuyanîyekê de aşkere kir ji ber nexweşîya Koronayê 96 hemwelatîyên din koça dawî kirine û hejmara mirîyan li Tirkîyê bûye 908 herwiha hejmara kesên tûşî nexweşîyê jî bûne bûye 42 hezar 282 kes.

Di berdewamîya daxuyanîyê jî de Wezareta Tendirustîya Tirkîyê da zanîn wan îro 296 nexweşên din ê Koronayê başbûne bo malên wan şandine û jimara kesên başbûne jî bûye 2 hezar û 142 kesan.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e