Li Tirkîyê Daxwaza Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Bilind Dibe

.

Li Zanîngehên Tirkîyê sala perwerde ya 2022-2023 di 16’ê Hezîranê dawî dibe. Lê xwendekarên Kurd jiber ku li zanîngehên Tirkîyê perwerdeya Kurdî nayê kirin gazîncên xwe ji meclîsa Tirkîyê re dikin.

Daxwaza wan ji meclîsê ew e ku di dema perwerde û hîndekarîya salên 2023-2024’an de li zanîngehan perwerde bi zimanê Kurdî jî were dayîn.

Hêlîn Kaya, xwendekareke Kurd ya li Zanîngeha Enqerê ye. Ew bi zimanê Tirkî perwerdeyê dibîne û herwiha zimanê Îngilîzî fêr dibe. Gazînca wê ya herî mezin ew e ku çima li zanîngehan beşên ziman û wêjeya Kurdî tunene.

“Li zanîngeha min bi zamanê Îngilîzî, Almanî, Fransî, Bulgarî, Erebî, Farisî û bi hin zimanên din beş hatine vekirin. Heta bi ziman û wêjeya Urdu jî perwerde tê kirin, lê beşa ziman û wêjeya Kurdî tuneye. Ez ji vê yekê jî gelek xemgîn im.”

Kaya dixwaze bangewazîya wê bigihêje parlamentoya Tirkîyê.

“Ger meclîs ya me gişkan e, ez bangî hemî parlamanter û Serokê meclîsê dikim ku vê neheqîya hemberî me xwendekarên Kurd rakin.”

Mamosteyê zimanê Kurdî Omer Turan, ku li Enqerê bi rêya Komela Ziman Çand Huner (ANKA DER) dersên zimanê Kurdî dide, daxwazên xwendekarên Kurd di cîh de dibîne.

“Li zanîngehên Tirkîyê bi zimanê Îngilîzî, Fransî, Almanî, Erebî û gelek bi zimanê din perwerde tê kirin. Lê Kurdî li hemberî van zimanan hîn jî tune tê hesibandin. Ew yek ser xwendekarên Kurd neheqîyeke pir mezin e.”

Rêvebirê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Fevzî Bulgan jî dibêje ku wan nameyek ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re şandiye ku zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî.

“Em dubare ku dibêjin ku divê astengîyên li pêşîya zimanê Kurdî demûdest werin rakirin. Heke di warê çand û ziman de li Tirkîyê wekhevîyek nebe, ne pêkan e ku aştîyeke mayînde pêk were. Me ji meclîsê û partîyan daxwaz kir ku bila ev neheqî were rakirin.”

Li Tirkîyê di sala 2011’an de cara yekê li Mêrdînê Zanîngeha Artuklu paşê jî li Mûş û Çewligê beşa ziman û wêjeya Kurdî hate vekirin. Lê, xwendekar û çalakvanên Kurd dibêjin ev yek têra hewcedarîyên wan nake.

Heman kêşeya ser zimanê Kurdî di nav parlamentoya Tirkîyê de jî xwe dîyar dike. Li parlamanê ger axaftinek bi Îngilîzî, Almanî, Fransî yan jî Erebî hebe yekser navên zimanan tên tomar kirin, lê gava bi zimanê Kurdî were axaftin li hember zimanê Kurdî (X) anku zimanê nedîyar tê nivîsîn.

Çavkanî: VOA Kurdî

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'