Li Tirkiyê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibe

.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 123 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 11 hezar û 943 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 19ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 4542 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 430 hezar û 170 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 2918 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 364 hezar û 573 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 4.542 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên giran gihişt 3.850. Eger em bi xwe tedbîran bigrin, em ê neçarî kêmtevgeriyên bi zorê nebin. Eger em rewşa berdewambûna belavbûnê ber bi berjewendiya xwe ve neguherînin, dibe ku di her qadên jiyana me de tedbîrên bi zorê çêbibin. Beşdarî têkoşînê bibin.”

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne