Li Tirkiyê herî zêde welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê xaniyan dikirin

.

Di 10 salên dawî de li Tirkiyê ji 357 hezarî zêdetir xanî ji bo biyaniyan hatine firotin. Biyaniyên ku li Tirkiyê bi 75 hezar dolar xanûber dikirin destûra îqametê, yên bi 400 hezar dolar xanûber dikirin jî mafê welatîtiya Tirkiyê bi dest dixin. Di heyama 8 salên dawî de,welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi kirîna 49 hezar û 13 xaniyan di rêza yekemîn de cih digirin.

Di sala 2022an de li Tirkiyê 67 hezar û 490 xanî ji bo biyaniyan hatine firotin. Di heyama salên 2015 û 2023an de welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi kirîna 49 hezar û 13 xaniyan di rêza yekemîn de cih digirin.

Avahîsaz Ehmed Etai yê ku ji Bexda ya Iraqê ye yek ji wan kesên biyanî ye ku ji bo mafê welatiya Tirkiyê bi dest bixe dixwaze li Stenbolê ji xwe re xanî bikire. Loma wî li Aksaray a Stenbolê berê xwe daye ofîsa kompanyayekê avahîsaziyê.

Welatiyê Iraqê Ehmed Etai got, “Ev welat ji bo welatiyên Ereb û kesên biyanî gelekî cazib û balkêş e. Lewra di hemû qadên jiyanê de îstiqrar heye. Her wiha ji bo pêşeroj û veberhênanê jî gelek baş e. Loma ez dixwazim xaniyan bikirim. Ji xwe çanda me jî nêzî hev e.”

Muteahît Mesud Tameroglu ev 18 sal in ku li Stenbolê xwedî kompanyaya avahîsaziyê ye. Ew xaniyên ku çêdikin piranî ji bo biyaniyan, bi taybetî jî ji bo welatiyên Ereb difroşin. Li gorî Tameroglu ji bo biyaniyan li Tirkiyê standina xanûberan tevî bilindbûna nirxê xaniyan jî hîn jî cazib û guncaw e.

Muteahît û Xwediyê Kompanyaya Beylerê Mesud Tameroglu anî ziman, “Bi rastî jî niha nirxê xaniyan zêde giran bûye. Ev jî girêdayî enflasyon û girêdayî bilindbûna dolar e. Lê dîsa jî Tirkiye ji bo biyaniyan cazibeya wê berdewam dike. Lewra Tirkiye him Ewropa, him Asya, him jî Rojhilata Navîn e. Welatiyên Başûrê Kurdistanê jî xanî ji Tirkiyê dikirin. Lê piraniya wan ji Stenbolê zêdetir ji herêma Behra Spî yanê li Mêrsîn û Antalyayê xanî distînin.”

Yalçin Bayazitli yê ku ev 15 sal in li Beyogluyê emlakfiroşiyê dike jî dide zanîn, di heyama dawî de firotina xaniyan ji bo biyaniyan gelek kêm bûye. Lewra li gorî Bayazitli, ji ber krîza aborî û enflasyona bilind xaniyên nû nayên çêkirin û dema dolar li beramberî lire bilind dibe nirxê xaniyan jî zêde dibe.

Emlakfiroş Yalçin Bayazitli got, “Ji xwe biyaniyên ku dixwestin werin Tirkiyê ji berê ve hatin û ji xwe re xanî kirîn. Helbet kesên dixwazin bikirin wê dîsa hebin. Lê erdhej bandoreke neyînî da ser sektora avahîsaziyê. Lewma di 3 mehên dawî de firotina xaniyan ji bo biyaniyan gelek rawestiya. Ji xwe welatiyên Tirkiyê nikarin xaniyan bikirin. Lewra xaniyên 500 hezar lireyî niha bûye 5-6 milyon lireyê Tirkî.”

Li aliyê din di 8 salên dawî de li Tirkiyê; welatiyên Rûsyayê bi kirîna 38 hezar û 187 xaniyan di rêza duyemîn, welatiyên Îranê jî bi kirîna 38 hezar 187 xaniyan di rêza sêyem de cih digrin. Di firotina xaniyan bo biyaniyan de Stenbol bi 138 hezar û 840 xaniyan li Tirkiyê di rêza ewil de cih digire.

Li Tirkiyê piştî sala 2012an ji bo biyaniyan hin astengî û sînordarkirinên ji bo kirin û firotina xanûberan hat rakirin. Her wiha biyaniyên ku li Tirkiyê bi 75 hezar dolar xanûber distînin destûra îqametê bidest dixin.

Di 10 salên dawî de li Tirkiyê ji 357 hezarî zêdetir xanî (bi giştî bi qasî 47,7 milyar dolaran hatiye firotin) ji bo biyaniyan hatiye firotin. Biyaniyên ku ji Tirkiyê bi 400 hezar dolaran xanûber dikirin mafê welatîtiya Tirkiyê bi dest dixin.

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'