Salên dirêj in ku li nava Tirkiyê behsa îşkence, miameleya xerab, wendakirin û revandinê tê kirin. Ew xal di gelek raporên saziyên Ewropî û Neteweyên Yekbûyî de cî digirin. Ji gelek aliyan ve bang tê kirin da ku Tirkiye pabendî peymanên navdewletî û xalên destûra bingehîn bibe û rê li ber îşkenceyê bigire. Lê li gor raporên ku têne eşkerekirin, îşkence, revandin, destdirêjî, lêdan û miameleya xirab ya ku ji hêla hêzên emnî ve tê kirin her ku diçe dibe rêbazeke sîstematîk. Herwiha li ser îdia û belgeyên ku hene jî tu şopandin û lêpirsîneke karîger nayê kirin.
Îşkence û miameleya xirab weke salên çûyî îsal careke din di rojeva Tirkiyê de ye. Him raporên navdewletî û him jî yên navxweyî nîşan didin ku li nava Tirkiyê, bi taybetî jî li girtîgeh û qereqolan îşkence zêde bûye. Herî dawîn Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye ango TİHİV eşkere kir ku di nava 6 salan de 4 hezar û 141 kesan bi hinceta ku îşkence li wan hatiye kirin serî li wê weqfê dane. Li gor aktorên pêwendîdar, îşkence li Tirkiyê bi avayekî sîstematîk daketiye kolanan.
Coşkûn Usterci, Sekreterê Giştî yê TİHİVê, dibêje, “Salên gelekî dirêj in ku îşkence li Tirkeye bûye rêbazeke sîstematîk. Tevî xalên destûra bingehîn û peymanên navdewletî îşkence û tevî ku ew rêbaz tawaneke li hemberî mirovahiyê ye îşkence bûye sereketirîn kêşeya mafên mirovan. Di dema vê desthilatê de jî welat bi tevahî bûye cihûwarekî îşkenceyê. Wezîrê Navxwe bi gotinên xwe cesaretê dide hêzên ewlehiyê û teşwîk dike. Kesên tawanbar jî tên parastin, lêpirsîn nayên vekirin û lêpirsînên ku vedibin jî bê encam dimînin.”
Li gor rapora TİHİVê herî zêde serlêdanên îşkenceyê di sala 2019an de hatine kirin. Li gor rapora vê weqfê di sala 2015 an de 597 kes, di 2016an de 485 kes di 2017an de 616 kes, di 2018an de 584 kes, di 2019an de 908 kes, di 2020an de 605 kes û di 4 mehên destpêka 2021an de jî 346 kes li Tirkiyê hatine îşkencekirin.
Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikûlî jî dide zanîn serlêdanên wan digel parlementoyê nayên qebûlkirin û rêya tu xebatekê di vê mijarê de nayê dayîn.
Sezgîn Tanrikûlû, Parlementerê CHPê, dibêje, “Ji salên berê cûdatir di dawîn salên desthilata AK Partiyê de îşkence bûye pratîkeke îdarî. Ew di heman demê de tercîheke siyasî ya vê partiyê ye jî. Dîsa li berê cûdatir, îşkence ne tenê li herêmekê lê li tevahiya Tirkiyê tê kirin.
AK Partiyê di warê îşkencekirinê de wekheviyek pêk anî ye. Li gor xebata ku min kiriye tenê di meha nîsanê de 233 kes hatine îşkencekirin. Tirkiye 4 sal in rê nade ku raporên Konseya Ewropa bêne eşkerekirin. AK Partî nahêle ku lêkolîn li ser van îdiayan bê kirin. Berê parlemento xwedî çavdêriyekêbû lê niha ew nema. Dayîna pirsnameyan bo parlemenê jî hatiye qedexekirin.”
Li gor dawîn raporên Komîteya Rêgiriya Îşkenceyê ya Konseya Ewropa bi taybetî li girtîgeh û qereqol û cihên çavdêriyê rêbazên ku ne li gorî Peymana Konseya Ewropayê ne birêve diçin. Li hêla din Komîteya Dijberê Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bang li Tirkiye dike ku pênasekirina îşkenceyê biguhire û tawanbar bê ceza nemînin.