Li gorî raporên navdewletî, li Tirkiyê ji sedî 20î zêdetir zarok di nav hejarî û feqîriyê de dijîn. Jixwe li gorî amarên fermî yên sala 2019an li Tirkiyê 720 hezar zarokên karker hene. Lê li gorî saziyên mafên zarokan, ev hejmar di nav 2 salên dawîn de bûye derdora milyonekê. Hiqûqnasên ku li ser mafên zarokan dixebitin destnîşan dikin, di encama qeyrana aborî û hêjariyê de li Tirkiyê her diçe hejmara zarokên karker zêdetir dibe. Pispor didin zanîn, divê hikûmet bi awayekê cidî berpirsyariya xwe bîne cih û li dijî karkeriya zarokan têbikoşe.
Bayramê 9 salî zarokekî Kurd e û ji bajarê Agiriyê ye. Malbata wî beriya 15 salan ji ber şert û mercên aboriyê koçî Stenbolê kiriye. Bayram nava hefteyê her roj; ji serê sibê heta piştî nîvro diçe dibistana xwe û piştî dibistanê jî tevî temenê xwe yê piçûk li qada Taksimê heta 12ê şevê avê difroşe da ku mesrefa xwe ya dibistanê derxe û alîkariyê bide malbata xwe ya 6 kesî.
Bayram, Zarokê Karker, dibêje, “Ji bo alîkariya malbata xwe bikim ez vî karî dikim. Karekî zehmet e. Jixwe şaredarî jî ji me ra astengiyan derdixe. Lê em neçar in ku bixebitin.”
Li gorî rapora meha Tebaxa 2021an a Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (OECD), li Tirkiyê ji sedî 20an zêdetir zarok di nav hejarî û feqîriyê de dijîn. Piraniya zarokên karker di sektorên wek tekstil, konfeksiyon, sanayî de di bin şert û mercên giran de bi pereyekê kêm, bêyî sigorta û ewlehiya kar dixebitin.
Meltem a 17 salî ku ji Amedê ye û yek ji zarokên karker e, dibêje, “Ez 17 salî me û ev 3 sal in ji ber ku pêdiviya min bi kar heye ez dixebitim. Lewra ez alîkariyê bidim malbata xwe. Gelekî zehmet e dexwezla min kariba bixwenda. Mehane ez 2.300 lireyî Tirkî digrim.”
Her wiha gelek zarok jî li gel malbatên xwe karkeriya demsalî ya çandiniyê dikin, beşek ji wan jî li gel metirsiya canî li nav kolan û ser riyan av, simit û selpakê difroşin. Li Stenbolê piraniya zarokên karker ku li derve dixebitin ji malbatên koçber yên Kurd yên ji bajarên bakur pêk tên.
Her wiha hin zarokên penaber yên Sûrî û Efxan jî ji ber ku xwedî nasname nîn in û nikarin biçin dibistanê ji neçarî dixebitin.
Faysal ê 15 salî ji Kabulê, dibêje, “Ez ji Efxanistanê ji bo kar peyda bikim hatim. Bi birayê xwe yê mezin ra dixebitim. Li welatê me derfeta kar tunebû, ji loma ez hatim Tirkiyê. Em neçar in bixebitin.”
Yusuf ê 12 salî ji Amedê, dibêje, “Ez 12 salî me. Serê sibe diçim dibistana xwe, piştî nîvro jî têm li vî qadî heta 12ê şevê avê difroşim. Karê me zor e. Lewra divê em ji bo dibistanê spartekên xwe jî çêkin. Rojane derdora 100 lireyî qezenc dikim û alikariyê didim malbata xwe."
Li gorî amarên saziya fermî TUIKê, ji sedî 27,2 nifûsa Tirkiyê ji zarokên ku temenê wan di navbera 1-17 salî de ye pêk tê. TUİK herî dawî di sala 2019an da amarên zarokên karker eşkere kiribû û li gorî vê li Tirkiye û bakur 720 hezar zarokên karker hene. Li gorî pispor û mafnasan bilindbûna rêjeya zarokên karker nişaneya kûrbûna kriza aborî û hêjariya civakê ye.
Firat Çiçek, Endamê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Stenbolê, dibêje, “Her çiqas li gorî yasaya kar zarokên temenê wan di bin 14 salî de ne nikaribin bixebitin jî, em dibînin ku li bajarên Kurdan temenê zarokên dixebitin daketiye heta 7 saliyê jî. Ev yek ne xema civakê ye. Helbet dewlet û hikûmet berpirsyar in. Lewra mafênzarokan tê binpêkirin.Divê hikûmet bi saziyên civakî re hevkariyê bike û li dijî karkeriya zarokan têbikoşe."
Rûdaw