Li Tirkîyê Rewşa Awarte

Mahmûd Kilinc

Piştê derbeya leşkerî (kûdetaya serbazî) li Tirkîyê, Lijneya Ewlekarîya Neteweyî (MGK) biryarek qewîtî (tewsîye) li hikûmetê ra şand, ku li seranserê Tirkiyê Rewşa Awarte (kurtîya bi tirkî OHAL) bêt ragihandin.

Hikûmetê jî  biryara Rewşa Awarte stend û parlementê jî ev biryar pesend kir.

Di despêkê da me divê bêjin, OHAL’a ku li Tirkiyê hat ragihandin, bi yek gotinê li dijî demokrasiyê ye, rawestandina maf û peywendiyên demokratîk e, her çiqas demokrasiyek tam tinebe jî.

Nuha, li Tirkiyê Rewşa Awarte di meriyetê da ye, ango OHAL’a ku li bakurê Kurdistan’ê xwediyê sicîlek gellek xerab e.
OHAL hikûmetê erkdar dike ku di mijarên pêwîst da „biryarnameyên di hukmî zagonan da“ bigre, biryarnameya yekem jî pejirand û weşand.

Bi vê biryarnameyê bi hezaran sazî, dem û dezgeh hatin girtin, piranî sazîyên di sektora perwerdeyî û tenduristîyê da kar dikirin.
Biqasî hat ragihandin, 35 sazîyên tendurıstîyê, 934 wargehên xwendekaran, 104 weqf, 1125 komele, 15 zanko, 19 sendîqa…û ..hwd hatin girtin, weha dixuye, ku her roj jimara sazî, dem û dezgehên bên girtin dê pirtir bibin.

Bêşik, ji van sazî, dem û dezgehan hinek jî ji bakurê Kurdistan‘ê ne, jixwe nûçeyên girtina wana di medyayê da hat weşandin, bo mînak Koleja Dicle Firat‘ê ya Sabahattin Korkmaz bû, ku ne bes be jî di bernameya hîndekarîya kolejê da dersên kurdî jî cî digirt.

Girtina bi hezaran sazî, dem û dezgehan bona civakê û peywendiyên civakî metirsîyek e, lê hêj jî xetertir rawestandina Peymana Mafên Mirovan ya Konseya Ewrupa ye, ango îro li Tirkiyê Peymana Mafên Mirovan kar nake.

Bo mînak, dema ragirîyê (binçav, nezaret), heta mehekê hat dirêj kirin, ango biryarname hêzên aşayîşê erkdar dike ku ew dikanin kesekî, an pir kesan heta mehekê rabigirin, paşê berin ber dadgehê.

Herweha, li dijî encamên biryarnameyê mafê serlêdana Dadgeha Bilind ya Mekezagonê jî tine ye.

Bi kurtî hikûmet, herweha serokkomar ku jixwe daxwaza wî ew bû, derfetek fireh kete dest û ew dikanin bi biryarnameyan dewletê bi rêveberin.

Rêveberin bi biryarnameyê bona partiyên ku bawerîya wana bi demokrasîyê naye gellek hêsa ye, ji ber ku pirî caran pêdivî bi parlementê nabe, lijneya wezîran biryarnameyê pesend dike û radigîne, jixwe biryarname di hukmê zagonan da ne.

  Di demên OHAL‘ên berê da jî Peymana Mafên Mirovan dihat rawestandin û gellek sûc bêdarizandin man; sepana hikûmetê li Kurdistan’ê hêj di bîra civaka Kurd da ye:

Bi hezaran kuştin, koçberkirin, tecawûz, valakirin û şewitandina gundan…..

Bala xwe bidin siyaseta Enqerê di bare bakurê Kurdistan’ê da, 95 sal in ku Komara Tirkîyê hatiye damezrandin, ji van salan, gelo çend salan li bakurê Kurdistan‘ê rewşek asayî hebû?

Li bakurê Kurdistan’ê kêm salan, ji sê paran parekê rewşek asayî (aramîyek rolatîf) hebû, sal in mayî li herêmê an rêveberiya orfî, an jî rewşa awate hebû.

Li herêmê her dem serbaz erkdar bûn, wekî îro, dîsa serbaz erkdar in û jixwe, demek nêzik hikûmete serbaz bi „zirhxek parêzbedîyê“ parastin, zagonek pejirand daku bona kiryarên serbazan, ew nekevin ber lêpirsîn û darizandinê.

Tênê di demên cengê da rê heye ku zagonek weha merî be, ew têt wê wateyê ku li bakurê Kurdistan’ê ceng heye, herçiqas hikûmet qebûl nake jî.

Ev zagon merî ye û OHAL’ê jî sedemek baş afirand bona yekinîyên serbazî û asayîşê li bakurê Kurdistan’ê.

Dibe ku hinek kes bifikirin, ku jixwe li bakurê Kurdistan’ê hêzên ewlekarîya Tirk bajar wêran kirin, bi hezaran kes hatin kuştin, bi sed hezaran kes koçber bûn, ma ji vê xerabtir çi hebe, ku di dema OHAL’a îro da bêt kirin?

Hêvîdarim nebe, lê dema mirov OHAL’in salên berê bibîr tîne, xerabîyên wê demê, welî û fermandarên ku bi desthelatek bêsînor hatibûn erkdar kirin, bêdadîyên wan salan, ne pêkan e ku mirov mêtirsiyê nebîne.

23.07.2016/Dusseldorf