Li gorî daxuyanîya Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fexredîn Koca di 24 demjimêrên bûrî de 14 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 942 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 659 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 228 hezar û 924 kes bi Koronayê ketine.
Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê dîyar kir jî, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne jî gihişt 212 hezar û 557 kesan. Rewşa 542 nexweşan jî ne cîgir e.