Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 18 kesên din bi koronayê mirin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê di rojekê de 18 kesên din bi koronayê mirin û 1,024 kes jî tûşî wê vîrusê bûn.

Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca, li hejmara xwe ya Twitterê dawîn amarên nexweş û qurbanîyên vîrusa koronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên nû, di nava 24 demjimêran de 1,024 kes bi koronayê ketine, 18 nexweşên koronayê canê xwe ji dest dane û 2,879 pêketîyên koronayê jî baş bûne.

Li gel dawîn amaran li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê, heta niha 209,962 kes tûşî Covid-19 bûne, 5,300 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û herwiha 190,390 nexweşên koronayê jî baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e