Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 24 milyon kes hatine îcrakirin

.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê deynê krediya bankayan li ser pişta welatiyan dibe barekî giran. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 24 milyon kes hatine îcrakirin. Ji ber krîza aboriyê welatî nikarin deynê xwe yên krediyê bidin bankayan. Ji loma jî bank û kompanî ew didin îcrayê da ku bi riya hiqûqî deynê xwe werbigrin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li gorî sala 2021an, hejmara dosyayên îcrayê ji sedî 16 zêde bûye û hejmara kesên hatine îcrakirin gihiştiye 24 milyonî. Yanê li Tirkiyê ji 3 kesan yek îcrakirî ye. Tenê di 10 mehên îsal de nêzî 7 milyon dosyayên nû yên îcrayê çêbûne.

Alaatin Erimê 63 salî li gel ku malnişîn e jî, li navçeya Beyoglu ya Stenbolê ajokariya taksiyê dike û pê debara malbata xwe dike. Ew jî yek ji wan kesan e ku ji aliyê bankayeke taybet ve hatiye îcrakirin. Ew di dema pandemiyê de ji bankayê kredî dikşîne, lê di dema pandemiyê de ji ber ku nikare bixebite nikare deynê xwe jî bide. Banka jî dest dideyne ser eşya û amûrên wî yên li malê û beşekî mûçeya wî ya malnişînê jî tê heczkirin.

Welatiyê îcrakirî Alaatin Erim got "Di dema pandemiyê de min ji bankayê kredî kişandibû. Lê ji ber ku di pandemiyê de ez bêkar mam, min nikaribû deynê xwe bidaya. Deynê min ê 60 hezar lireyî niha bûye 150 hezar lireyî. Lê ez nikarim deynê xwe bidim. Ji loma jî ez têm mexdûrkirin."

Di salên dawîn de li Tirkiyê li dadgeh û daîreyên îcrayê hejmara dosyayên îcrayê gelekî zêde bûne. Li gorî sala 2021an, hejmara dosyayên îcrayê ji sedî 16 zêde bûye û hejmara kesên hatine îcrakirin gihiştiye 24 milyonî. Yanê li Tirkiyê ji 3 kesan yek îcrakirî ye.

Parêzer Suat Ateş dibêje "Li Tirkiyê zêdebûna dosyayên îcrayê girêdayê rewşa aboriyê ye. Ne tenê rewşa însanên feqîr, rewşa hemû mirovan ji aliyê aboriyê ve di tengasiyê de ye. Ji loma jî ew nikarin deynê xwe bidin. Deyndêr ji bo ku deynê xwe bistînin serî li dadgeh û parêzeran didin. Ji loma jî dozên îcrayê gelek zêde dibin. Dadgeh jî li gorî dosyayê biryar dide û heciz tîne ser mal, milk û mûçeya deyndaran."

Her wiha mîqdara deynê îcrakirî ya kesan ji bo banka û kompanyayên fînansê ji 14ê Cotmehê şûnde gihiştiye 1 trilyon û 373 milyar lireyê Tirkî. Li gorî rapora opozîsyonê, li Tirkiyê hejmara dosyayên îcrayê bûye 24 milyon, mîqdara deynên ku di îcrayê de ye jî bûye 30 milyar lire. Bes di 10 mehên îsal de 6 milyon û 921 hezar dosyayên nû yên îcrayê çêbûne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Peymana agirbestê ya Îsraîl û Libnanê dest pê kir
Serok Barzanî: Yek hikûmet, yek parleman û yek hêza pêşmerge
YEWKURD: Divê rojnameger û nivîskar bilez bên berdan
Îlhan Samî Çomak hat berdan
Mesrûr Barzanî: Rûbirûbûna madeyên hişbir erkekî netewî û exlaqî yê me hemûyan e