Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 30 kes bi koronayê mirin

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê di heyma rojekê de 22 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û 748 kes jî bi koronayê ketin.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe ya Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa koronaya nû COVID-19 aşkere kirin.

Li gor zanyarîyên ku Fahrettîn Koca belav kirine, di maweyê 24 demjimêran de 22 kesan bi COVID-19ê canê xwe ji dest dan û 748 kes jî bi wê vîrusê ketin û 974 kes jî baş bûn.

Li gel dawîn amaran, hejmara pêketîyên koronayê li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê gihişt 165 hezar û 555 kesan û hejmara qurbanîyên koronayê jî gihişt 4 hezar û 585 kesan.

Li gor daxuyanîya Koca heta niha 129 hezar û 921 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareserîya pizîşkî baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e