Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê 53 kesên din bi Koronayê mirine

Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettin Koca aşkere kir di maweya 24 saetên dawî de 53 kesên din bi Koronayê mirine û 704 kes jî bi Koronayê ketine.

Navenda Nûçeyan - Êvara roja sêşemê 12.05.2020an Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe ya Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa Koronaya nû aşkere kir.

Fahrettîn Koca ragihandîye, di maweyê 24 demjimêran de 53 kesan bi COVID-19ê canê xwe ji dest dan û hezar û 704 kes jî bi wê vîrusê ketine û 3 hezar û 109 kes jî baş bûne.

Ligor amarên dawî jimara pêketîyên Koronayê li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê gihiştîye 141 hezar 475 û hejmara qurbanîyên Koronayê jî gihiştîye 3 hezar û 894 kesan.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e