Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca ji ser tora medyaya civakî ji ser Twîtterê aşkere kir di maweyê 24 saetên dawî de li Tirkîyê 57 kes bi Koronayê ketine û 1.977 kes jî bi wê vîrusê ketin û 4,782 kes jî baş bûne.
Ligor amarên dawî yên Wezareta Tirkîyê heta niha jimara pêketîyên Koronayê li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê gihiştîye 133,721 kesan û jimara qurbanîyên Koronayê jî gihiştîye 3,641 kesan. Herwiha 82,984 nexweşên Koronayê piştî wergirtina çareserîya pizîşkî baş bûne.