Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 58 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan

Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê 58 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fexredîn Koca amara ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 639 kesên din bi koronayê ketin û 58 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 143 hezar û 114 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 3 hezar û 952 kesan.

Herwiha kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne jî, gihştîye 101 hezar û 715 kesan.

Ev di demekê de ye, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan qedexeya derketina derve li 24 parêzgehên Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê ji bo 16, 17, 18 û 19'ê Gulanê ragihand.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e