Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 76 baroyan li dijî bihayên elektrîkê daxuyaniyek belav kirin

.

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 76 baroyan li dijî bihayên elektrîkê daxuyaniyek belav kirin û diyar kirin, enerjiya erzan mafekî bingehîn ê her kesî ye û gotin, em ê ji bo daxistina bihayên elektrîkê serî li rêyên yasayî bidin.

Di daxuyaniya ku baroyên Stenbol, Enqere, Îzmîr û Diyarbekirê jî di nav de hat eşkerekirin: “Piştî di 31ê Kanûna 2021ê de, tarîfeya firotina elektrîkê hat guhertin, bihayên elektrîkê bi awayekî sosret hatin zêdekirin. Guhertina tarîfeya bikaranîna elektrîkê li dijî xalên 2., 10. û 167an ên destûrê û li dijî xala 14. A Peymana Mafên Mirova Ewropayê ye.”

Ew baro destnîşan dikin: “Gihiştin û erzanbûna elektrîkê mafekî bingehîn ê mirovan e. Em 76 baro li dijî zêdekirina bihayên elektrîkê ne û divê bihayên elektrîkê ji bo welatiyan bên daxistin û em ji raya giştî re radigihînin ku, wê ji bo vê serî li hemû rêyên yasayî bidin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir