Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daneyên bêkariyê hatin eşkerekirin

Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê daneyên bêkariyê yên meha hezîranê eşkere kir.

Saziya Îstatîstîkên Tirkiyê (TUÎK) ragihand ku li Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha hezîranê de li gor heman meha par ji sedî 0,4 zêde bû û gihişte ji sedî 13,4ê. Herwiha li gor amarana di heman heyamê de ji hejmara bêkaran 152 hezar kêm bûye.

Li gor danêyş TUÎKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav kesên ji 15 salî mezintir de hejmara bêkaran di hezîranê de 152 hezar kêm û bo 4 milyon û 101 kesan daket. Di heman heyamê de rêjeya bêkariyê ji sedî 0,4 zêde bû gihişte ji sedî 13,4ê.

Rêjeya bêkariya ji bilî cotkariyê jî ji sedî 0,6 zêde bû û derkete ji sedî 15,9ê.

Rêjeya bêkariyê di hezîranê de li gor meha beriya wê ji sedî 0,5 zêde bû. Di vê mehê de di nav 15-24 saliyan de rêjeya bêkariyê ji sedî 1,3 zêde bû û gihişt ji sedî 26,1. Rêjeya bêkariyê ya di nav 15-64 saliyan de jî ji sedî 0,4 zêde bû û bû ji sedî 13,7.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne