Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 6 mehan de 7 hezar û 343 erdhej çêbûn

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de 17 hezar û 343 erdhej çêbûn.

Pisporê Rêvebirina Karesatê û Akademîsyenê Zanîngeha Gaziyê Bulent Ozmen ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî hezar xetên zindî yên erdhejê hene.

Bulent Ozmen diyar kir  ku Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) bi hezar û 145 torên çavdêriya erdhejê li Tirkiyê û nêzîk sînorên wê erdhejan dişopîne û zanyariyan belav dike.

Ozmen behsa erdhejên sala 2024an kir û got:

“Di 6 mehên destpêkê yên sala 2024an de 94ê wan di navbera hêza 4,0 û 4,9, 5ê wan di navbera hêza 5 û 5,9 bi tevahî 17 hezar û 343 erdhej çêbûn.

Meha Çiriya Paşînê 3 hezar û 409, meha Sibatê 3 hezar û 207, meha Adarê 3 hezar û 17, meha Nîsanê 2 hezar û 697, meha Gulanê 2 hezar û 730 û meha Hezîranê 2 hezar û 283 erdhej çêbûn.”

Di encama van erdhejan de kesekî canê xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.

Herî zêde li parêzgehên Meletî û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê çêbûne û piştre li parêzgehên Mugla, Îzmir, Semsûr û Çanakkaleyê çêbûne.

Di nav 6 mehan de li Meletiyê 3 hezar û 78, li Mereşê 2 hezar û 599, li Muglayê hezar û 153, li Îzmirê hezar, li Semsûrê 814 û Çanakkaleyê 645 erdhej çêbûne.

Kurdistan Haberleri

Mangirtina gîştî bi hilkefta 25ê Xermanan, li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûye
Mistefa Hicrî: Heta gihîştin bi armancên bilind ên Şehîdan, Kurdistan çeperek avedan û liserpêsekinî ye
Êrişî Kampa Mexmûrê hat kirin
Jîna çû lê 'Jin, Jiyan, Azadî' ma
Li Kopenhaginê , bi organîzasyona PDK-Îranê, du semînerên bi wate