Navenda Nûçeyan - Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê, bo duyemîn car, di 2 rojên dawîya hefteyê de, qedexeya derketina derve bo 31 bajaran tê ragihandin. Ji ber alozîyên di qedexeya berê de rû dabûn dubare nebin, Wezareta Navxweyî danezanek belav kir.
Da xuyakirin, bi beşdarîya Parêzgar, qeymeqam û şaredar û desteyên tendirustîyê komîteyek rêvebirinê tê sazkirin û di dema qedexeyê de, hemû berpirsîyarî liser wê komîteyê ye.
Herweha hat ragihandin, di dema qedexeyê de, nanxane, dermanxane û hemû binkeyên tendirustî yên ehlî û hikûmî vekirî dimînin.