Li gor amarên dawî ên Turk-Işê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo malbatek 4 kesî sînorê birçîbûnê 3 hezar û 49 lîreyê Tirkî ye û sînorê hejariyê jî 9 hezar 931 lîreyê Tirkî ye. Herwiha bo kesekî ne zewicî jî pereyê pêwistiya jiyanê mehane 3 hezar û 709 lîreyê Tirkî ye.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyê (Turk-Iş) bi armanca mercê debara karkeran bê zanîn û guhertinên bihayê kel û pelên xwarinê ji raya giştî re ragihîne mehane `Lêkolîna Sînorê Hejarî û Birçîbûnê` pêk tîne û encamên lêkolîna xwe ya Îlona 2021ê eşkere kir.
Li gor amarên vê lêkolînê meha Îlonê bo malbateke 4 kesî têr bibe ku wek sînorê birçîbûnê tê binav kirin 3 hezar û 49 lîreyê Tirkî hate diyar kirin.
Herwiha pereyê ku ligel pêwîstiyên xwarinê bo pêwîstiyên wek cil, cihê mayinê, çûnûhatinê, perwerde û tendirustiyê ku wek sînorê hejartiyê tê binavkirin bê xerc kirin jî 9 hezar û 931 lîre û 59 quruş hate eşkere kirin.
Di raportê de tê gotin mesrefa malbateke 4 kesî ku li Enqereyê dijî di Îlona 2021ê de li gor meha borî ji sedî 4,18 zêde bûye.
Li gor amarên raportê bihayê berhemên wek goşt, mirîşk, masî, serûpê û dexl û dan zêde nebû ye. Lê bihayê sewze û fêkî zêde bûye û vê yekê jî mesrefa mitfaxê vê mehê zêde kiriye.
Herwiha bi navînî kîloya şînkatî ya vê mehê 8 lîre û fêkî jî 8 lîre û 70 quruş hatiye tomar kirin.
Bihayê nan, rûnê nivişk û rûnê gulberojê nehatiye guhertin lê bihayê zeyta zeytûnan, zeytûnên reş û ên kesk zêde bûne.
Rûdaw