Li Tirkiye Xelk nikare deynan bide: Dosyayên îcrayê 23 milyon derbas kirin

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdora 4 milyon kes nikarin deynê xwe yên bankan bidin.

Ji loma jî li daîreyên îcrayê hejmara dosyayên îcrayê her ku diçe zêde dibe û niha li dadgehan dosyayên îcrayê ji 23 milyonî derbas kirine.

 Li gorî amarên fermî, deynên welatiyan ên kredî û kartên krediyan li bankayan ji 4,3 trilyon lîreyê Tirkî derbas kirine.

Li gorî pisporan, ji ber krîza aboriyê, enflasyona bilind, bênirxabûna lîreyê Tirkî, bihabûna zêde, mûçe û dahata bi deh milyonan karker, xebatkar û malnişînan dihele û têra debara wan nake.

Ji loma jî ew ji neçarî kredî dikşînin û bi kartên krediyan hewcedariyên xwe dabîn dikin.

Yek ji wan welatiyên deyndar Alaattîn Erimê 66 salî ye.

Wî jî beriya çend salan ji bankeke taybet kredî kişandiye lê ji ber mûçeya kêm a malnişînî û bêkarbûnê nikaribûye deynê xwe bide.

Ji loma jî bankayê wî daye îcrayê û dosyaya wî ji bo Fona Sermiyanê ya Tirkiyeyê hatiye şandin.

"Derfeta min nîne ku ez deynên xwe bidim"

Alaattîn Erîm ku deyndarê bankê ji dewletê alîkarî dixwaze û dibêje:

"Ji ber şertên aboriyê, ez jî wekî hevwelatiyên din ketim nav tengasiyê. Niha ez naxebitim.

Bes min ekstreyên kartên krediyê dan lê pişt re êdî min nikaribû deynên xwe bidaya.

Niha, derfeta min nîne ku ez deynên xwe bidim. Em li bendê ne ku dewlet alîkariyê bide me. Ji destê min jî tiştek nayê.”

Li gorî amarên fermî yên UYAPê, di navbera 1ê Kanûna Paşîn û 12ê Nîsana 2025an de, 2milyon û 900 hezar dosyayên nû hatine ber destê daîreyên îcrayê.

Bi giştî hejmara dosyayan gihiştiye 23 milyon û 131 hezarî.

Li gorî heman heyama sala par, dosyayên îcrayê bi rêjeya ji sedî 4,6 zêde bûne.

"Di salên dawî de dosyayên îcrayê zêde bûne"

Parêzer Bawer Ozçelîk ji ber ku xelk nikare deynê xwe bide dosyayên îcrayê zêde bûne û wiha pê de çû:

"Xelk ji bo otomobil û xanî bistînin ji neçarî krediyan dikşînin. Lê dema nikaribin deynê xwe bidin wê deme bank heta 90 rojî dem dide deyndaran.

Wê deme jî deyndar deynê xwe nede êdî bank bi rêya parêzeran pêvajoyê îcrayê didin destpêkirin.

Em dibînin ku di salên dawî de li Edliye û Daîreyên Îcrayê dosyayên îcrayê gelekî zêde bûye."

Ji ber krîza aboriyê, enflasyona bilind, bihabûna zêde, mûçe û dahata bi deh milyonan karker, xebatkar û malnişînan dihele û têra debara wan nake.

Ji ber wê yekê jî ew ji neçarî kredî dikşînin û bi kartên krediyan hewcedariyên xwe dabîn dikin.

"Em ji kartekê digirin û bi karta din didin"

Orhan Ceylan ku bi xwe malnişîn e gilî û gazinê xwe wiha tîne zimên:

"Niha mûçeya min a malnişînê 17 hezar lîre ye. Kirêya malê û mesrefên din zêde ne.

Em nikarin bigihîjinê, em ji kartekê digirin û bi karta din didin.

Em ji neçarî deynê xwe didin, çimkî heke em nedin, rewş dê hîn xirabtir bibe."

"Ka kî ji deynan natirse?"

Welatî Dilber Çolakê tirsa xwe ya ji deynê bankan wiha anî ziman, "Helbet em ji deynê bankê ditirsin.

Ka kî ji deynan natirse? Şikir deynê me li bankan tune ye. Em hewl didin bi mûçeyeke malnişînê debara xwe bikin.”

Welatî Mevlut Ateşlî got, “Gelek heval û eqrebayên me hene ketine bin deynê krediyan.

Ez zêde kartên krediyan bi kar naynim. Lewra dawiya mehê meriv ji heq nayê der."

"Pereyê me hebe em dixwin, tinebe em li mala xwe rûdinin"

Welatiya bi navê Hêlînê got, "Em newêrin bikevin bin deynan. Pereyê me hebe em dixwin, tunebe em li mala xwe rûdinên."

Li gorî amarên Navenda Rîskê ya Yekitiya Bankên Tirkiyeyê, 3 milyon û 998 hezar û 602 kes nikarin deynê xwe yên kredî û kartên krediyan bidin.

Deynên welatiyan li bankan jî ji 4,3 trilyon lîreyên Tirkî derbas kirine.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir
Serok Barzanî: Papa Francis rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû
Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da
'Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin'
Avakirina branda neteweyî ya Kurd li qada cîhanî: Ji nasnameyê ber bi bandorê