Li Tirkiyeyê di 7 mehan de 1200 kes hatine kuştin

.

 Li gor rapora Weqfa Umutê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrîşên çekdarî pêk hatine û hezar û 200 kes hatine kuştin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, êrîşên bi çek û bi kêran zêde bûne.

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, sala 2022an 69 hezar û 892 kes ji ber bikaranîna çek û kêran hatine darizandin.

Sala 2018an 58 hezar û 269 kes ji ber yasaya çek û kêran hatibûn darizandin. Sala 2019an 60 hezar û 764 kes hatibûn darizandin. Sala 2020an ji ber Coronayê ev hejmar heta 35 hezar û 581 kesan daketibû.

Sala 2021ê 67 hezar û 69 kes ji ber ku li dijî yasaya bikaranîna çek û kêran tevgeriyane hatibûn darizandin.

Herwiha ji 298 hezar û 952 girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 47 hezar û 263 kesan ji ber “kuştina biqest” ceza wergirtine.

Hejmara çekên bi mohlet zêde bûye

Sala 2021ê li herêmên bejahî yên di bin kontrola cendirmeyan de hejmara çekên bi mohlet jî zêde bû û gihişte 26 hezar û 985an.

Li herêmên cendirmeyan bûyerên asayîşê jî %10 zêde bûne. Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê di nav salekê de 280 hezar mohletên çekan hatine dayîn.

Li gor rapora Weqfa Umutê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrîşên çekdarî pêk hatine û di van bûyeran de hezar û 200 kes hatine kuştin û hezar û 960 kes birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir