Li Tirkiyeyê di 7 mehan de 249 jin hatine kuştin

.

 Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihand ku di 7 mehên destpêkê yên 2024an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 249 jin hatine kuştin.

Federasyona Komeleyên Jinan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî rapora 7 mehan a derbarê kuştina jinan belav kir.

Li gorî raporê, di 7 mehên destpêkê yên îsal de 249 jin hatine kuştin û meha tîrmehê jî 28 jin hatine kuştin.

Di nava jinên ku hatine kuştin de zarokeke 5 salî û jineke 88 salî jî hene.

Ji 28 jinên ku tîrmehê hatine kuştin 12 ji aliyê malbatê ve û 4 ji aliyê hevjînê berê ve hatine kuştin.

Mirina 6 jinan jî bi guman e. Sedema mirina 6 jinan jî ne diyar e.

15 jin bi çekê hatine kuştin û 5 jin jî bi amûreke birînê hatine kuştin.

22 jin li mala xwe hatine kuştin

22 jin li mala xwe hatine kuştin, 4 jin li cihên giştî hatine kuştin, jinek li cihê kar û jinek jî li cihekî ne diyar hatiye kuştin.

Meha hezîranê jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 38 jin hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Yeksaliya PWKê ya li Stockholmê
Li Kerkûkê 100 hezar xwendekar beşdarî sala nû ya perwerdeya kurdî dibin
Navê min Jîna ye!
NY ji bo Sûriyeyê civiya: 'Naxwazin çareseriyeke siyasî bê dîtin'
Hejmara 478an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin