Wezareta Tenduristîyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşîya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kirîye.
Li gor zanyarîyên hatine eşkere kirin li Tirkîyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 186 kesên din peyda bûye. 17 kes mirine ku hejmara mirîyan gihîştîye 5 hezar û 167an. Her weha hezar û 543 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 49 hezar û 714 kesan hatîye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 483 hezar û 677 kesan çêkirine. 202 hezar û 284 kes nexweş ketine. 5 hezar û 167 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 67 kesan li beşên nexweşîyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 372, ya nexweşên baş bûye 176 hezar û 965e.