Li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê 123 kesên din ji ber Covid-19ê mirine

Duh li seranserê Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê 123 kesên din ji ber Covid-19ê mirine. Nexweşî li 4 hezar û 674 kesên din peyda bûye.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê amarên nû yên derbarê nexweşîya koronavirusê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandîye.

Li gorî van amaran duh nexweşî li 4 hezar û 674 kesên din peyda bûye. 123 kes mirine. Hezar û 454 kes ji nexweşîyê filitîne.

Testa 39 hezar û 703 kesan hatîye kirin.

Li gorî vê encamê heta niha testa 673 hezar û 980 kesan hatîye kirin. 90 hezar û 980 pêketî hene. Ji ber vê nexweşîyê li ser hev 2 hezar û 140 kes mirine.

Hezar û 909 kes li beşên nexweşîyên giran tên dermankirin. Hezar û 33 nexweş entube ne. 13 hezar û 430 nexweş piştî dermankirinê baş bûne.

Bianet

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e