Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di hêjmara 430ê ya Rojnameya Agirî yê da nivîsek nivîsî.
Nivisa Mustafa Ozçelîk li jêr e:
"Li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê gengeşîyên di derbarê Qanûna Bingehîneke Nû û yên di derbarê hilbijartinên Serokomarîyê û Parlamentoyê da her ku diçe hêdî hêdî germtir dibin.
AK Partî û MHP(Partîya nîjadperest,faşîst) bi hev ra Tifaqa Cimhûr ava kirine û nuha li ser hikum in.
CHP, Îyî Partî(Ji MHPyê cuda bûye), Deva Partîsî(Ji AK Partî cuda bûye), Gelecek Partîsî(Ji AK Partî cuda bûye), Saadet Partîsî, Demokrat Partî wek 6 partîyan ji bo ‘’Sîstema Parlamenterîyê ya Xurtkirî’’ , bi navê ‘’Maseya 6 Partîyan’’, hevkarîyek ava kirine.
HDP ya ku 6 milyon dengên Kurdan digire, lê xwe wek ‘’Partîyeke Tirkîyeyî’’ pênase dike, li gel 5 partî û rêxistinên Çepên Tirkan bi navê ‘’Tifaqa Ked û Azadîyê’’ tifaqek ava kirîye.
4 Partîyên Çepên Tirkan jî bi navê ‘’Hevkarîya Sosyalîst’’ tifaqeke din ava kirine.
Ev her çar tifaq jî zêdetir tifaqên ji bo hilbijartina ne.
Tifaqa Milet jî, Tifaqa Cimhûr jî paradigmaya ‘’Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê diparêzin. Di Qanûna Bingehîn a Tifaqa Milet da jî, di ya Tifaqa Cimhûr da jî her çar madeyên ewil ên Qanûna Bingehîn a nuha têne parastin. Van her çar xalên ewil ên Qanûna Bingehîn, hebûna miletê Kurd, zimanê kurdî, hemû mafen neteweyî, demokratîk, kolektîf yên kurdan tune dihesibînin, qedexe dikin.
Tifaqa Cimhûr û Erdogan dibêje ‘’Me pirsa Kurd çareser kirîye’’ û tu mafên Kurdan qebûl nakin. CHP û hevkarên xwe yên Tifaqa Milet, Deva Partîsî, Gelecek Partîsî dibêjin ‘’Emê pirsa Kurd çareser bikin’’; lê ji bilî çend gotinên glover, ji bo terîf kirin û çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê, heta nuha tu bername pêşkêş nekirine.
Hinek partîyên wek CHP, Deva Partîsî, Gelecek Partîsî car caran behsa ‘’mafê zimanê kurdî’’ dikin lê ne dîyare ku ev maf çi maf e û di bernameya 6 partîyan de bi tu awayî behsa kurdan û zimanê kurdî nekirine.
Tifaqa Milet jî, Tifaqa Cimhûr jî, nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî û tu mafên Kurdan nexistine nav bernameya xwe. Herdu alî jî, ji ber ku kurdan bêxwedî dibinin, bi bêminetî tevdigerin, daxwazên kurdan qebûl nakin û dixwazin vê sîstema ku 99 sale berdewame her bi vî rengî bimeşînin.
Sîstema Dewleta Tirkîyeyê, dixwaze gelê Kurdistanê mecbûrî ji van herdu alternatîfan yekê bike, ku armanca herduyan jî parastina Dewleta Tirkîyeyê ya heyî û berdewamîya sîstema dagirkerîyê ye.
Tifaqa Ked û Azadîyê ya ku HDPyê li gel 5 partî û rêxistinên çepên tirkan ava kiriîye û Hevkarîya Sosyalîst a 4 partî û rêxistinên çepên tirkan di navbera xwe da ava kirine, di deklerasyonên xwe da, di derbarê terîf kirin û çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê da û ji bo daxwazên acîl yên kurdan, tu tişt nivîsandine. Bes dibêjin ‘’Emê pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin’’.
Partîyên Dewleta Tirkîyeyê mirinê nîşanî kurdan didin, dixwazin wan mecbûrî taya sar bikin
Komara Tirkîyeyê di sala 1923yê de hate damezrandin. Ji sala 1923yê heta 1946ê yek partî CHP(Partîya Komarî ya Gel) ku serokê wê Mustaaf Kemal Ataturk bû, li ser hikum bû. CHP damezranêr û mesûlê esasî yê sîyaseta ‘’Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê û berpirsê sîyaset û kiryarên asîmîlasyon, înkar û îmhaya miletê Kurd e. Berpirsê qetil kirina bi deh hezaran Kurda ne. Piştî sala 1946ê li Tirkîyeyê Partîya Demokrat hate damezrandin û ew jî beşdarî hilbijartinan bû. Damezranêrên Partîya Demokrat jî her ew kadroyên ku ji CHPyê bûn û Kemalîst bûn, partîya Dewleta Tirkîyeyê bû. Piştî sala 1946an, sîstema Dewleta Tirkîyeyê, kurd mecbûrî wê yekê kirin ku, her dengên xwe ji van herdu partîyan bidine yekê. Paşê jî hinek partîyên din ku ew jî partîyên ku ji bo berjewendîyên Dewleta Tirkîyeyê hatibûn damezrandin û CHP û ew partî her bûn rikberên hev. Ji sala 1946an ve heta îro, Dewleta Tirkîyeyê Kurd her mecbûr kirine ku her dengên xwe bidine ‘’ehvenî şer’’ê, ango ‘’ji nav xeraban , başê xeraban hilbijêre’’. Ji sala 1946ê ve heta îro, her partîyeke desthilatdar bi sîyaset û kiryarên xwe weha kirîye ku, kêrê daye hestî û Kurd her carê ketine rewşeke weha da ku bibêjin ‘’Bila ev hikûmet, ev desthilatdarî here, kî tê bila were’’. Di encamê da dengên Kurdan di guhertina hikûmet an desthilatdarîyê da roleke esasî lehîstîye, lê ji destpêka sîstema pirpartîtîyê heta îro tu mafên kurdan ji alîyê tu hikûmetê, tu partîyê ve nehatine qebûl kirin, di Qanûna Bingehîn da nehatîne bicîh kirin. Nuha jî , bi taybetî di sîsteme serokatîyê da, dengên kurdan dibe dengên tayînker. Û deshilat jî, mixalefet jî, dixwazin Kurdan bixin nav vê xelekeya teng, ku bêyî tu mafên kurdan bêbicîh anîn, Kurd dengên xwe bidine Tifaqa Cimhûr an jî Tifaqa Milet û di encamê da Kurd dîsa her dest vala derkevin. Ango mirinê nîşanî kurdan didin da ku Kurd bi taya sar razî bibin.
Di navbera salên 2002 û 2010ê da AK Partîyê di derbarê dersa bijarte ya Kurdî, TRT-Kurdî û di 5 Unîwersîteyan da Beşê Zimanê Kurdî da hinek gavên erênî avêt û bi piranî kurdan piştgirîya van gavan kirin. Lê AK Partî nuha li gel partîya nîjadperest MHPyê, dijayetîyeke gelekî tûnd li himberî miletê Kurd dimeşîne û van gavên ji bo kurdî hatiine avêtin yek jî di yasayên Dewleta Tirkîyeyê da nehatine bicîh kirin, wek gavên fiîlî têne meşandin.
Tecrubeyên heta îro nîşan dane ku, heta Kurd wek alîyekî tevnegerin û bi yekdengî li daxwazên xwe yên neteweyî xwedî dernekevin, bi yek helwestî hêza xwe nîşan nedin, mixabin dê nikaribin tu mafên xwe bidest bixin, dê nikaribin destkeftinên xwe biparêzin, dê nikaribin tesîrê li ser helwesta van tifaqan, van partîyan bikin, dê nikaribin tesîrê li ser guhertinên Qanûna Bingehîn bikin û dê nikaribin sîyaseta Dewleta Turkîyeyê ya di derabarê kurdan da biguherînin.
Parlamento ne cîhê çareserîyê ye, lê divê di hilbijartinan da em gelê xwe bê alternatîf nehêlin
PAK di sala 2014an da wek partîyeke yasayî li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê hate damezrandin. Her çiqas Dadgeha Qanûna Bingehîn di sala 2019an da di derbarê PAKê da doza daxistinê(girtinê) vekiribe jî, ev doz hîna berdewam e û PAK wek partîyeke yasayî jî xebatên xwe dimeşîne.
Pirsên wek pirsa Kurd û Kurdistanê pirsên neteweyî, niştimanî ne û bi qebûl kirina Dewleta Tirkîyeyê û nûnerên gelê Kurdistanê, bi çavdêrîya dewletên cîhanê , bi guftûgo û muzakereyên herdu alîyan, li ser maseyê dikare bê çareser kirin.
Aşkereye ku, bi wê sonda parlamenterîyê û bi vê hiqûqa navxweyî ya parlamentoyê, bi Qanûna Bingehîna Tirkîyeyê ya ku hebûna kurdan jî qebûl nake, bi vê sîstema parlamenterîyê û yasaya partîyan, bi yasa û sîstema hilbijartinan û hemû yasayên ku li Tirkîyeyê hene, Parlamentoya Tirkîyeyê nikare bibe cîhê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê. Li Parlamentoya Tirkîyeyê axaftina Kurdî jî tê asteng kirin û gava ku parlamenterek bi Kurdî diaxive di dokumentên parlamentoyê da weha tê qeyd kirin ‘’Filan parlamenter bi zimanekî ku kes nizane çi zimane, zimanekî nenas axivî’’.
Lê helbete ku ev nayê wê wateyê ku emê hilbijartinan tune bihesibînin û di hilbijartinan da gelê xwe bê alternatîf bihêlin. Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê ji %84ê dengderên Kurd beşdarî hilbijartinan dibin. Divê em vê rastîyê jî paşguh nekin û divê em ji gelê xwe ra bêjin ‘’hilbijartin û parlamento ne cîhê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê ye’’, lê divê em gelê xwe bê alternatîf jî nehêlin. Em dikarin xwedî çend alternîfên cuda cuda bin. Em li gorî şerd û şirûd û hêza xwe dikarin hilbijartinan boykot jî bikin. Em dikarin beşdarî hilbijartinan bibin û behsa doza meşrû ya miletê kurd bikin û heger em biserketin, em dikarin sonda parlamenterîyê nexwin. Hinek ji parlamenterên Kurd dikarin di parlamentoyê da jî parastina doza azadîya Kurdistanê bikin û ji bo bicîha anîna daxwazên acîl ên miletê Kurd parlamentoyê jî wek platformeke têkoşînê bikaribin bikar bînin. Divê em di meseleya hilbijartinan û parlamentoyê da bes bi alternatîfa reş û sipî li meseleyê nenêrin; divê em bikaribin li ser berjewendî û prensîbên miletê xwe, helwestên cuda cuda li gorî şerdan bihûnin.
PAKê di hilbijartinên 2015 û 2018an de, xwest li ser prenîbên bingehîn ku ji daxwazên acîl ên miletê Kurd pêk tên, li gel HDPyê tifaqa hilbijartinê pêk bîne. Lê mixabin HDPyê xwe neda ber wê yekê ku , li ser prensîban li gel PAKê tifaqeke hilbijartinê pêk bîne.HDPyê dixwest çend parlementeran bide PAKê, bêyî ku tifaqeke li ser prensîban hebe. Lê PAKê di herdu hilbijartinan jî ev helwesta HDPyê red kir û got ‘’Heger li ser prensîban tifaq nebe, em rast nabînin bes ji bo çend parlamenteran tifaqeke hilbijartinan pêk bînin’’. Ev peywendîyên PAKê û HDPyê bi awayekî aşkere bi agahdarîya raya giştî ya Bakurê Kurdistanê pêk hatine.
Bicîhanîna daxwazên acîl ên miletê kurd, dikare ji çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê ra rê xweş bike
Îro, di demeke ku li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê guhertina Qanûna Bingehîn tê minaqeşe kirin û hêdî hêdî atmosfera hilbijartinên parlamentoyê germ dibe, divê em wek Kurdên Bakurê Kurdistanê û yên li Tirkîyeyê dijîn xwedî bername û sîyeseteke hevgirtî bin. Divê em nebin dûvik û pêlika Tifaqa Cimhûr jî, ya Tifaqa Milet jî.
Em wek alîyê kurdan divê di derbarê guhertinên di Qanûna Bingehîn da xwedî pêşniyarî û helwesteke hevbeş bin.
Me wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) ji bo daxwazên acîl ên miletê kurd me bernameyek dîyar kirîye, pêşkêşî gelek partîyênn sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetan kirîye û em dixwazin potansîyela herî berfireh a Kurdên li Tirkîyeyê dijîn û kurdên Bakurê Kurdistanê li dor vê bernameyê hêza xwe bikin yek û di guhertinên Qanûnên Bingehîn da bibin terefek.
Bernameya Daxwazên Acîl ên Miletê Kurd bi kurtayî ji van xalan pêk tên: Bila nasnameya Kurdan, mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, fermîbûna zimanê Kurdî bê qebûl kirin. Bila qedexeyên li ser navê Kurdistanê û qedexe û astengîyên li ber partîyên bi navê Kurdistanê bêne rakirin. Divê hemû astengî û qedexeyên li ber azadîya ramanî û rêxistinî ji holê rabin û van hemû maf û azadî di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê da bêne bicîh kirin. Bila hemû kesên ji ber xebatên xwe yên sîyasî, rewşenbîrî, çalakîyên sivîl û ji ber nivîs û berhemên xwe yên hunerî di hefsan da ne bêne berdan, divê hemû dozên bi vî rengî ji holê rabin. Bila Dewleta Tirkîyeyê hemû peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye bicîh bîne, şerhên ku danîye ser van peymanan rake. Bila madeya 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê bê bicîhanîn.
Belê em dibêjin her kurdekî ku ji serxwebûnê, konfederasyonê, federasyonê, otonomîyê, sîstema eyaletê ya bajaran an bes mafên ziman û kulturî, kîjanê jî biparêze, dikare li ser vê Bernameya Daxwazên Acîl ên Miletê Kurd hevkarîyekê ava bikin.Kurd bikaribin li ser van daxwazên acîl hêza xwe bikin yek, dikarin ji Dewleta Tirkîyeyê ra, ji Tifaqa Millet û Tifaqa Cimhûr ra, ji her alîyekî peywendîdar ra bêjin ‘’Kîjan alî van daxwazên me yên acîl bixe bernameya xwe ya hilbijartinê û garantî bidin ku di Qanûna Bingehîn da van daxwazan bicîh bikin, em amade ne bi wan ra rûnin û guhtûgo bikin’’.
Îro ev bernameya daxwazên acîl, bernameyeke ku dikare pêk bê. Hevkarîyeke li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd, dê hêza kurdan xurtir û berhemdartir bike, dê rê ji çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê ra xweştir bike."
17.09.2022
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê
Çavkanî: https://kurdistanmedia.com/content/upload/1/newsletter/agiri-430.pdf