Li Ukranyayê doktorekî Kurd xelata baştirîn bijîşk li ser asta Cîhanî wergirt

Doktorê ji Rojavayê Kurdistanê Dr. Arif Ehmed Mihemd li welatê Ukranyayê  “Xelata Baştirîn Pizîşk” li ser asta Cîhanî wergirt.

Profesor Dr. Arif Ehmed Mihemed ji Rûdawê re diyar kir ku li Ukranyayê ji nav 250 doktoran ew bûye yekemîn û hêjayê Baştirîn Pizîşk” li ser asta Cîhanî hate dîtin.

Arif Ehmed Mihemed diyar kir ku ew dixwaze ligel çend doktorên Kurd ên Ukranyayê bo projeyekê serdana Kurdistanê bikin.

Mihemed, xelkê bajrokê Qibêsîn, ser bi bajarê Babê ve, 26 sal in li Ukranyayê dimîne, xwendin û kar û jiyana xwe li wir derbas dike, doktorê diranan e.

Ji ber serkeftina di karê xwe de ji aliyê Komîteya Tenderûstiya Cîhanî ve weke baştirîn pizîşk hate xelatkirin, herwiha ji aliyê parlamento û wezarera berevaniya wî welatî ve  hate xelatkirin.

Tiştekî din taybet bi Dr Arif re tê dîtin ku ew diranên hemû nexweşên penceşêrê û kesên kêm endam, bê pere derman dike.

Dr. Arif Ehmed Mihemed endamê Komîteya Tendirustiya Cîhanî ye, nûnerê Yekîtiya Pizîşkên Erebe  li Ukranyayê.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne