Navenda Nûçeyan - Roja yekşemê 19.04.2020an Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bilmez di daxuyanîyekê de ragihand muxtarê gundê Xerabe ji ber ku derbarê kesên ji Stenbolê hatine gund agahî nedaye rayedarên pêwendîdar ji kar hatîye dûrxistin û di lêkolînan de, pişkinînên 22 kesan pozîtîf derketine.
Herwiha parêzgar Bîlmez aa zanîn, encamên vî gundî hejmara pêketîyên nexweşîya Koronayê li Wanê jî zêdetirî ji 130 kesî ye. Bilmez got, heta niha li Wanê 6 kes canê xwe ji dest dane, rewşa tendirustîya 10 kesan xirab e û 33 kes jî baş bûne.
Cihê behsê ye yekem haleta mirinê li Wanê 31ê Adarê hataibû tomarkirin.