Li Wanê bo dema 15 rojan çalakî hatin qedexekirin

Li Wanê bo dema 15 rojan çalakî hatin qedexekirin

Li parêzeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, civîn, mitîng, xwepêşandan û hemû cûrên din ên çalakiyan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Wanê Colemêrgê, ji derveyî çalakiyên bi destûra Walîtiyê û qeymiqamtiye, encamdana çalakiyên weke, meş, mitîng, xwepêşandan, belavkirina belavokan, konser, çalakiyên protestoyî, grêva birçîbûnê, vegirtina çadiran û hemû cûrên çalakiyên weke wan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Qedexeya çalakiyan ji îro roja Yekşemê 21ê Cotmeha 2020an demjimêr destpêdike û heta bi 4ê Mijdara 2020an demjimêr 23:59ê berdewam dibe.

Li gor daxuyaniyê biryara qedexeya çalakiyan, bi sedema “berevaniya ewlehiya netewî, nal û milkê xelkê û rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Coronayê” hatiye dayîn.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne