Di peyama vexwendinê de ev hatin gotin:
"Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik, di darbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê de dê Konferansekê li dar bixe. Rêzdar Mustafa Özçelik di derbarê rojevê de dê bîr û rayên PAKê pêşkêş bike.
Endamê Polîtburo ya PDKyê û Fermandarê Pêşmerge yê Cepheya Rojavayê Kerkûkê û yê Pirdê Rêzdar Dr. Kemal Kerkûkî, Serokê ENKSyê Rêzdar Brahîm Biro, Endamê Komîteya Navendî û berpirsê Buroya Hewlêrê ya PDK Îranê Rêzdar Mihemed Salih Qadirî jî bi telekonferansê dê beşdarî Konferansê bibin.
Konferans di Facebook ê de dê bi zindî bê belav kirin
Em gelê xwe vedixwînin vê Konferansa xwe."