Li Wanê rêyên ji ber berfê hatibûn girtin hatin vekirin

Li navçeya Elbakê ya parêzgha Wanê rêyên ku ji ber befrê di meha Gulanê de hatine girtin hatin vekirin.

Navenda Nûçeyan -Tevî hatina werzê Havînê, li cihên bilind ên navçeya Elbakê ya parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê, xebatên vekirina rêyên ku ji ber berfê hatibûn girtin hîn jî berdewam in. 

Rêya taxa Dalîya jorîn ku 40 km dûrî navçeya Elbakê ye, ji ber berf û aşûta ku berîya 20 rojan ketibû hatibû girtin. 

Xebatên vekirina rêya taxa navborî ku ji ber metirsîya ketina aşûtê, hatibû sekinandin, berîya 3 rojan ji nû ve hat destpêkirin.

Karmendên ser bi nivîsîngeha çêkirina rêyan a şaredarîyê, rêya ku bilindahîya berfê makîneyên paqijkirinê derbazdikir, vekirin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e