Li Wanê şaredarên 3 qezayan hatin desteserkirin

Li Bakurê Kurdistanê, şaredarên 3 qezayên din ên di destê Partîya Demorkatîk a Gelan (HDP) de hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Bakurê Kurdistanê, şaredarên 3 qezayên din ên di destê Partîya Demorkatîk a Gelan (HDP) de hatin desteserkirin.

Li gor zanyarîyan, îro Înê serê sibê hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê, şaredarên herdê qezayên Bêgir, Qelqelî û Elbakê yên Wanê desteser kirine.

Hêj sedema desteserkirina wan şaredarên Kurd ên HDPyî nehatîye ragihandin.

Pêştir hevserokên 24 şaredarîyên Bakurê Kurdistanê yên di destê HDPê de hatibûne girtin û hikûmeta Tirkîyê qeyûm li ser wan şaredarîyan danîye.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e