Navenda Nûçeyan- Li Wanê wê bi navê “Helbestên Arjen Arîyî” panelek bi rê ve biçe. Kovara Dilopê û Weşanên Sor bername amade kirine û wê di bernameyê de Mihemed Ronahî, Omer Dilsoz û Reşo Ronahî qala poetîkaya Arjen Arîyî, girîngîya wî ji bo edebîyata kurdî û sekna wî ya rewşenbîrî bikin.
Panel wê 1ê Kanûna Pêşîyê ya 2019an li Kolana Çandê (Kültür Sokak), li Zend Coffeyê saet di 18.00an de dest pê bike.
Berîya panelê panelê Bêkes Nûrî Abdal ê muzîkjen wê muzîka xwe pêşkêşî guhdaran bike, li dû panelê jî dê helbestên Arjen Arî bêne xwendin.
Ronahî: Maneya vê panelê zêdetir e ji bo me
Reşo Ronahî, nûnerê Weşanên Sorê derbarê panelê de ev tişt gotin: “Em serbilind in ku cara ewil me weke weşanxane hemû helbestên şaire nemir çap kirine. Par jî di heman rojê de me li Wanê panelek li dar xistibû û me cara ewil li wê derê ragihandibû ku em ê helbestên Arjen Arîyî çap bikin. Salek piştî wê, di heman rojê de, li heman bajarî em vê panelê li dar dixin û weku me soz dabû xwîneran em hemû helbestên wî digihînin ber destan. Ji ber hindê maneya vê panelê zêdetir e ji bo me.”
Ronahîyi di berdewamîyê de bang li xwendevanên kurdî kir da ku tevlî panelê bibin û wiha axivî: “Ev rojên hanê rojên giran in. Tehde û zilm zêde ye. Helbestên Arjen Arî hêvîya berxwedanê ligel meriv xurt dikin. Ji ber hindê banga me ew e ku xwînerên kurdî li helbestên Arjen Arî, li mîrateya wî xwedî derkevin”.
Arjen Arî di sala 2012an de ji ber nexweşîya penceşêrê çûbû ser dilovanîya xwe û li dû xwe kulîyateke edebî ya berfireh hişt. Arjen Arî weke yek ji girîngtirîn helbestvanê edebîyata modern a kurdî dihê dîtin.
Hemû helbestên Arjen Arî di meha îlonê de ji alîyê Weşanên Sor ve hatibû çapkirin.
Çavkanî: Bianet