Navenda Nûçeyan- Wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihandîye, duhî çekdarên PKKê li Xakûrkê êrişî hêzên wan kirin, ji ber wê jî şerekî giran di navbera wan da derket.
Li gorî agahîyên wezaretê, di wî şerî de serbazekî Tirkîyê hat kuştin.
Di daxuyanîya wezaretê de agahîyên zêde nehatine belavkirin.