Rêveberiya giştî ya seqanasî û erdhejên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir ku erdhejek li Xaneqînê pêkhatiye.
Îro 15.03.2021ê rêveberiya giştî ya seqanasî û erdhejên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî di tora xwe ya facebookê de ragehand, şeva borî ber bi sibehê ve demjimêr 01:51ê erdhejek bi hêza 4.1 li gor rîxterê 9 kîlometreyan dûrî Xaneqînê û 27 kîlometre dûrî Celewla pêkhatiye.
Seqanasiya herêma Kurdistanê got, erdhej 11 kîlometreyan bin erdê de pêkhatiye û ti ziyanek li dû xwe neaniye.