Li gorî rapora “Li Zanîngehên Tirkiyeyê Îxlalên Mafên Akademîn Yên Di Qada Xebatên Kurdî De”, akademîsyenên dixwazin li ser kurdan xebatan bikin, rastî sansurkirin, otosansur û cezakirinan tên.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî raporek bi navê “Li Zanîngehên Tirkiyeyê Îxlalên Mafên Akademîn Yên Di Qada Xebatên Kurdî De” amade kiriye. Li gorî vê raporê akademîsyenên dixwazin li ser kurdan xebatan bikin, rastî sansurkirin, otosansur û cezakirinan tên.
Tofan Sunbulî ji bo raporê bi 20 akademîsyenan re hevdîtin kiriye ku di warê “Xebatên Kurdî” de kar dikin. Her weha rapirsiyeke online pêk aniye ku 58 akademîsyen beşdar bûne. Dîsa “ji bo nîşandana rewşa giştî ya Xebatên Kurdî” li ser agahîdanka YOKê (Lijneya Perwerdehiya Bilind) lêkolînek kiriye.
Piştî berhevkariya van zanyariyan Gullistan Yarkinê rapor amade kiriye û Kubra Sagirê jî ji bo kurdî, Baver Uçamanî jî ji bo ingilîzî wergerandiye.
“Salên dirêj li zanîngehan gotina ’Kurd’ qedexe bû”
Ekîba rapor amade kiriye, di destpêkê de behsa xalên derbarê azadiya xweîfadekirinê yên di peymanên navdewletî de kiriye ku Tirkiyeyê bi xwe jî ew îmze kirine.
Paşê jî dîroka xebatên kurdî yên li zanîngehên Tirkiyeyê vegotine.
Li gorî van zanyariyan, “di bin banê zanîngehên Komara Tirkiyeyê de heta salên 1990î, birêvebirina lêkolînekê, nivîsandina tezekê an jî dayîna dersekê bi bikaranîna
têgehên ‘kurd’ û ‘kurdî’, di tu qadî de hema hema ne mimkun bû.”
Raporê bal kişandiye ser wî tiştî ku akademîsyenên xwestine ji derveyî nêrîna fermî ya Komara Tirkiyeyê xebatan bikin jî hatine cezakirin. Ji bo vê jî mînaka Fîkret Başkayayî dane.
Sansur û otosansur
Li gorî raporê, piştî guhertinên siyasî, yasayî û civakî, her weha bi destpêkirina “Pêvajoya Aştiyê” ya di navbera PKKyê û hikûmeta AKPyê de di zanîngehan de jî pêşî li xebatên kurdî vebûne.
Lê digel ku li Zanîngehên weke Mêrdîn, Dêrsim, Çewlig, Amed û Mûşê beşên Ziman û Wêjeya Kurdî vebibin jî, akademisyen ji sansur, otonsansur û cezakirinê nefilitîne.
Raporê diyar kiriye ku him di amadekirina tezan de him jî di dema dersdayînê de sansur û otosansur gelekî xurt e û mînakên derbarê wan de daye.
"Peyvên qedexekirî"
Li gorî van mînakan û zanyariyan li zanîngehan peyvên “kurd”, “Kurdistan”, “Bakurê Kurdistanê”, “kolonyal”, “anti-kolonyal”, “mêtîngerî”, “PKK” an qedexe ne yan jî tên sansurkirin, otosansurkirin.
“Li zanîngehên Tirkiyeyê peyva kurd encax di salên 1990î de ketiye nav sernavên tezan” û ev rewş piştî salên 2000î, ji ber têkiliyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê bi pêşketine, “Pêvajoya Çareseriyê” dest pê kiriye hinekî guheriye. Li gorî raporê ji sala 2000î heta 2010an hejmara tezên ku peyva kurd tê de heye, gihîştiye 43yan.”
"Konjonktura siyasî bandorê lê dike"
Di beşeke raporê de behsa tezên bi kurdî kirine ku yekem tez di sala 2012yan de li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê hatiye pêşkêşkirin û qebûlkirin. Piştî wê jî hejmara tezên bi kurdî zêdetir bûne.
Raporê di vî beşî de li ser wan zanîngehên ku beşên Ziman û Edebiyata Kurdî li wan vebûne, zanyarî daye. Bi taybet jî li ser Zanîngeha Dîcleyê, ya Artûkluyê û nîqaşên derbarê têkiliya zazakî û kurdî de sekiniye.
Di beşê dawiyê yê raporê de jî behsa wan guhertinan dikin ku piştî “Pêvajoya Çareseriyê” bidawî bûye, pêk hatine. Li gorî nirxandinên di vî beşî de, bi guhertina rewşa polîtîk re girêdayî nêrîna li xebatên kurdî jî guheriye. Di vê serdemê de bi KHKyan gelek akademisyen ji kar hatine dûrxistin ku beriya wê Akademîsyenên Aştîxwaz ji zanîngehan hatibûn avêtin. Raporê destnîşan kiriye ku vê rewşê bandor li ser xebatên kurdî jî kiriye. (FD)
* Ji bo rapora bi kurdî bitikîne