Li Zaxo di salekê de 25 gund ji ber şerê Tirkiye û PKKê vala bûn

.

Ji ber bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyê û şer û pevçûnên li gel gerîlayên PKKê, tenê di salekê de 25 gund li herêma Zaxo hatine valakirin. Xelkê deverên sînorî jî ji ber vê rewşê dinalin û çaverê dikin ku dawî li wan êrişan bê ku bikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Di navbera gundê Kêstê û ew cihê ku ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hat bombebarankirin tenê 200 metre hebûn. Zinarê Kêste ji bo xelkê gund xewneke mezin e ku vegerin ji ber ku cihê gundê wan ê kevn bûye serbazgeheke artêşa Tirkiyê.

Bedel Selman, xelkê gundê Kêste, dibêje, “Em 15 salan li Kêsteya jor bûn, em koçber bûn hatin vir û ji vir jî çûn bo Zaxo.”

Zarokê bi navê Sefîn Metîn jî dibêje, “Top lê dan. Me topa pê dilîst, wan top lê dan.”

Nayla Sedîq, welatî, dibêje, “Şeva derbasbûyî me newêra fitarê bikin.”

Cotkarê bi navê Ebdulxanî Îslam li ser 5 donim erd li gundê Spîndarê hinar, xox û hilûk çandîne û karê çêkirina bîstaneke temate, kundir û xiyaran dike.

Ebdulxanî Îslam xwediyê 10 zarokan e û take deriyê dabînkirina aboriyê, xêr û bereketa vî erdî ye û ev 2 sal in nêzikî 2 milyon dînar ji bo vî erdî dimezixîne, lê ji ber şer û aloziyên di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de keda wî bi avê de diçe.

Ebdulxanî Îslam, cotkar dibêje, “Karîgerî li ser çandina me bû, ev dema sikrê me ye lê em nikarin sikrê bînin, ji ber firoke û topan. Leşker hatiye beramberî me, em nikarin derbikevin.”

Li gundê Kêstê berî 4 salan nêzikî 40 mal hebûn, lê niha tenê 5 malbat mane û di heya operasyona Tirkiyê ya bi navê Çengê Birûskê de 4 xal li Zaxo hatine danîn.

Li Zaxo 25 gund di heyama salekê de hatine valakirin û li nêzikî 25 gundên din hejmara xelkê ji 15 malbatan bo kêmtirî 5 malbatan kêm bûye.

Hemwelatiyê bi navê Mêhvan dibêje, “Li vê derê 200 metran ji me dûr em newêrin biçin. Nêzikî 50 metran dûr top li cem min ketiye, 2-3 kevir jî bi serê min ketin.”

Ji bo parastina jiyana xelkê ji metirsiyên şer, li navçeyên Kanî Masê û Batîfa ji demjimêr 18.00 heta 06.00, çûna hemwelatiyan bo deverên sînorî, tê sînordarkirin.

Dilêr Ferzinde, Fermandarê Pasewanên Sînorê Parêzgeha Duhokê, dibêje, “Xelk bi şev nikarin biçin hinek cihan, ji ber ku artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê li wê herêmê ne û ev mezintirîn asteng e bo xelkê deverê û xelk ji vê pirsgirêkê dinalin.”

Li gor zanyariyên serbazî, piştî ku artêşa Tirkiyê li çiyayê Xamtîr ê li Zaxo bicih bû, duyem serbazgeh li zinarê Kêstê yê li Kanî Masê tê danîn û serpereştiya çalakiyên hemû xalên serbazî dike ku nêzikî 40 xal li parêzgeha Duhokê hene.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Romana Bextiyar Elî ket lîsteya 100 Pirtûkên Herî Baş ên Sedsala 21emînê
Emerîka: Grûpên çekdar Iraqê dikşînin nav şer
Li navça Hekîmhan a bajarê Meletiyê 100 heb mîh ji ber berf û bahozê mirin
Wezaretê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xwestiye zarokxaneyan bigire
Amerîka: Îran û komên girêdayî wê Îraqê ber bi şer ve dibin