Li Zirganê ji ber topbarana Tirkiyê 500 malbat koçber bûne

.

Hevserokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Zirganê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, di du hefteyên borî de ji ber topbarana Tirkiyê 500 malbat ji wî bajarokî koçber bûne.

Hevserokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Zirganê li bakurê Hesekê ku ser bi Rêveberiya Xweser ve ye, Salihê Simo ragihand ku di du hefteyên borî de ji ber topbarana Tirkiyê 500 malbat ji Zirganê ber bi navçeyên ewle ve koçber bûne.

Salihê Simo herwiha da zanîn ku li nav bajarokê Zirganê tenê ji sedî 10ê nîşteciyan mane û pêdiviya wan bi av, elektrîk, nan û telefonê heye.

Ji 20ê Mijdara borî ve, hêzên Tirkiyê bajarokê Zirganê û gundên derdorê bi dijwarî topbaran dikin, di encam de zirareke mezin gihîştiye jêraxana wî bajarokê Rojavayê Kurdistanê û pêleke koçberiyê destpê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn