Lijneya Pêşmerge jî raporta li ser projeyasya çaksazîyê temam kir

Lijneya Pêşmerge û navxwe û asayîş û encûmena xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê raporta xwe li ser projeyasaya çaksazîyê temam kir û raport radestî desteya serokatîya parlamentoyê kir.

Navenda NûçeyanLijneya Pêşmerge û navxwe û asayîş û encûmena xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê raporta xwe li ser projeyasaya çaksazîyê temam kir û raport radestî desteya serokatîya parlamentoyê kir.

Li gor zanyarîyên BasNewsê lijne piştgirîya projeyasaya çaksazîyê û xalên taybet bi lijneya wan kirîye û pêşneyarên nav projeyê de di cîh de nirxandîye.

Li gor projeyasaya çaksazîyê hemû hêzên Pêşmerge li hemû yekeyên jimêryarî dê bên komkirin.

Yekeyekî din a wan xalan waha ye, ku pêdeçûnê li hemû malnişînên payebilind ên hêzên Pêşmerge bike û ew kesên bi neyasayî hatine malnişîn kirin, pêdeçûn li ser wan bê kirin û bê rêkxistin.

Raport ji alîyê hemû endamên lijneyê ve hatîye pejirandin û ji bo desteya serokatîya Parlamentoya Kurdistanê hatîye rêkirin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e